PYD: Girtina deriyê sînor helwesteke li hember gelê Rojava

PYD: Girtina deriyê sînor helwesteke li hember gelê Rojava

Berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer da diyarkirin ku, îro hemû endamên El-Partî serbest hatine berdan. Dr. Cehfer aşkera kir ku, ew daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê qebûl nakin û hêvî dikin ne ji bo kûrkirina aloziyan ji bo çêkirinê hewildanê bide. Her wiha berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer daxuyaniya Serokê El-Partî Hekîm Beşar şermezar kir.

Berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer di derbarê bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê sînor de agahî dan ANF’ê û wiha got:

‘ASAYÎŞÊ ERKÊ XWE BICIH ANIYE’

“Îro hemû endamên El-Partî yên roja Şemiyê 18'ê Gulanê hatibûn binçavkirin piştî lêpirsîna asayîşa rojavayê Kurdistanê serbest hatine berda. Ev kesane bi rêyên ne fermî ango di deriyê sînor re derbaz nebûne, ji ber wê sedemê ji aliyê asayîşê ve hatibûn binçavkirin. Ji bo xirab kirina aramiya Rojavayê Kurdistanê gelek şexsiyetên xirab dikevin hundir. Asayîşê erkê xwe bicih aniye. Erkê asayişê ewe ku kes yan komên ku hewil bidin aramiya gel xirab bikin bigirin û lêpirsîn bikin. Ji ber wê çendê pêwîte ewlehî baş bê girtin.”

‘EM DAXUYANIYA SEROKÊ EL-PARTÎ ŞERMEZAR DIKIN’

Dr. Cehfer li ser daxuyaniya Serokê El-Partî Hekîm Beşar ya li ser televîzyonê ku gotinên nexweş ji PYD’ê re kirin wiha got: “Mirov ew qas bê ihtiram li ser tv na axive, nêzîkbûnên bê edeb û heqaretwarî nake. Em van nêzîkbûnan bitundî şermezar dikin. Bigotinên weke ‘di nava PYD’ê de mirovên qirêj hene, têkiliya wan bi dewletê re heye’ ev nêzîkatî tenê yên tevlîhevkirinê ne. Em van gotinên reşkirina PYD’ê qebûl nakin û destûrê jî nadin.”

‘BI RÊYÊN NE FERMÎ Û NE REWA DIKEVIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ’

Bepirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer li ser îdiayên weke PYD xwe weke partiya yekem dibîne, naxwaze tu hêzên din yên Kurdî rabin yan leşkerê xwe avabikin jî wiha got: “Ev gotinane hemû derewin. Tiştek wisan tuneye. Gelê me jî baş dizane ku li Rojavayê Kurdistanê gelek partî hene û gelek ji wana jî di bin Desteya Bilind de ne. Karê xwe didin meşandin. Me ferzek li ser partiyên siyasî nekiriye ku li gorî me bifikirin yan jî wek me bin, her partiyek siyasî li gorî fikrên xwe yên cûda ji xwe xebatên xwe dide meşandin. Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ne girêdayî PYD’ê ku dibêjin helwesta xwe diyar bikin, ev tiştek şaşe. Hêza Asayîşa Rojava di bin banê Desteya Bilind ya Kurd de xebatên xwe birêve dibe. Em nikarin ferman bidin wan. Ger pirsgirêkek hebe pêwîste di bin banê Desteya Bilind de were nîqaşkirin. Yên ku bixwazin ji bo aramî û ewlehiya gelê Kurd kar û xebat bikin, bila bên bikevin nava hêzên asayîşê, bila bi YPG’ê re xebatê xwe berdewam bikin. Çima bi awayek veşartî di bin navên cûda de, ne di rêyên fermî û rewa de hewil didin bikevin nava Rojavayê Kurdistanê. Ev nêzîkatiyên wisan qebûl nakin û weke gefekê ji bo gelê Kurd dibînin. Erkê asayîşê parastina can û malê gelê Kurde. Duh Asayîşa Giştî ya Rojava daxuyaniyek da em tevlî daxuyaniyê dibin û hêvî dikin ku partiyên din jî li hember vê şiyar bin. Bila baş bê zanîn ku, yên aramiya Rojava xirab bikin dê asayîşê li hember xwe bibînin.”

‘GIRTINA DERIYÊ SÎNOR HELWESTEKE LI HEMBER GELÊ ROJAVA’

Dr. Cehfer di derbarê girtina deriyê sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê yê piştî binçavkirinan rojekê 19'ê Gulanê ji aliyê Hikumeta Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê jî hate gitin de wiha got: “Ji bo vekirina derî hevdîtinên me berdewam dikin. Lê hêjan derî nehatiye vekirin. Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê derî li gel girtiye. Her wiha hêjmarek pêşmerge jî li ser sînor bicih kirine. Girtina deriyê sînor siyasiye. Girtina deriyê sînor helwesteke li hember gelê Rojava. Bila hikumet vê li ber çavan re derbaz bike.”

PÊWÎSTE HERÊMA FEDERAL YA KURDISTANÊ NE TEREF, ALIYÊ ÇARESERIYÊ BE’

Dr. Cehfer di derbarê daxuyaniya Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê de jî axivî û anî ziman ku, “Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê dibêje, ‘bila PYD helwesta xwe diyar bike, xwe ferz dike li ser partiyên din, nêzîkatiyên bigûman dike’ em van daxuyaniyan qebûl nakin. Pêwîste Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê nakokiyên heyî kûrtir neke, berevajiyê wê pêwîste ji bo çêkirinê xebatê bike. Pêwîste Hikumeta Kurdistanê teref nebe. Helwesta me diyar û zelale. Nêzîkatiyên ku hatine nîşandan li gorî îtifaqa Hewlêrê bêrêziyeke li hemberî  Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî û Hikumeta Herêmê. Pêwîste ji nû ve îtifaqa Hewlêrê were sererast kirin.”