Rojnameya Rûsya Pravda, di têkiliyên DYA û Rûsya de îdîayeke mezin avêt holê. Li gorî rojnameyê, der heqê êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê yên li DYA de, di destê Rûsyayê de delîlên ji dîmenên satalaytê hene.
Nûçeya rojnameyê ji aliyê hin malperan ve bi zimanê Îngilîzî û Fransî hat wergerandin. Ji ber krîza Ukraynayê, têkiliyên di navbera Rûsya û DYA de, ji Şerê Sar û vir ve di asta herî nebaş de ye.
Lê belê li gorî Pravda, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn heta niha bi tenê hin pirsgirêkên biçûk daniye pêşiya Serokê DYA Barack Obama. Pispor vê rewşê weke bêdengiya berî tofanê şîrove dikin.
Rojnameyê got, "Pûtîn wê carekê bi tenê lê bide, lê bi bandor lê bide." Li gorî îdîayê, Rûsya xwe amade dike ku delîlên nîşan didin di êrîşên 11'ê Îlonê de hikûmet û servîsên îstîxbaratê yên Amerîka heye, biweşîne.
Tê îdîakirin ku dîmenên satalaytê yên di destê Rûsya de ne, hevkariya hikûmeta Amerîka di êrîşên 11'ê Îlonê de îspat dike.
Li gorî vê îdîayê, êrîş ji aliyê hikûmeta Amerîka ve hat plankirin û ji bo weke çalakiyeke terorîst a navneteweyî bê nîşandan, bi wekaletî bicih hat anîn.
Pêkan xuya nake ku îdîaya rojnameyê were piştrastkirin. Lê belê eger delîlên tê îdîakirin werin weşandin, tê gotin ku wê tengazî û alozî derkeve qonaxeke nû.