Polîsên Geverê dixwazin li ser înfazê bigirin!
Polîsên Geverê dixwazin li ser înfazê bigirin!
Polîsên Geverê dixwazin li ser înfazê bigirin!
Polîsên ku li Geverê Rojhat Ozdel qetil kirin derket holê ku piştî bûyerê xwestine şahidekî bûyerê ji bo wan îfade bide, bibin dozgeriyê. Dîsa polîsan dest danîn li ser dîmenên kamerayên ewlehiyê ya avahiyeke li cihê bûyerê ye.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan duh Rojhat Ozdel (18) piştî ku qetil kirin ji bo li ser bûyerê bigirin hewl didin şahidê derewîn bibînin û derket holê ku polîsan dest danîne li ser dîmenên kamerayên avahiyeke li cihê bûyerê ye. Welatiyekî ku li kolana Ozdel hate qetilkirin dijî bûyer çawa qewimî ye û polîsan çawa xwestine ew îfadeyêh derew bide vegot.
Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwes nav û dîmenên wî bê weşandin ev tişt anî ziman: "Du zarok di rê de bûn. Piştre jî du wesayîtên zirxî yên aydî polîsan hatin. Ji wesayîtekî polîsekî bejndirêj daket xwarê. Di destpêka kolanê rûnişt û 7-8 caran gule barand."
'TU HIŞYARÎ NEHAT KIRIN'
Şahidê bûyerê destnîşan kir ku beriya ku polîs gule berde tu hişyarî nekir û bûyer qasî 5 metreyan dûrî wî pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştre polîsekî din hat û gotina 'te çima gule berda' jê kir. Wî jî bersiva 'min gule berda hewa ji ber ku nesekinî mi berda wî' da. Tu hişyarî nekiribû çawa ji wesayîtê peya bû hema gule berda. Dema ew li erdê bû pirsa 'ew kî bû, birayê te bû' ji wî kirin. Piştre jî ambulans hat û birin nexweşxaneyê. Zarok hinek li erdê ma. Çavên wî vekirîbû lê nedikarî biaxive. Hemû bûyer deqeyekî berdewam nekir. Ewil gule berda yekî yê din reviya. Piştre vî xwe veşartibû li wî xistin."
XWESTIN ÎFADEYA DEREW BIDIN DAYÎN
Şahîdê bûyerê bilêv kir ku piştî Ozdel rakirin nexweşxaneyê polîs hatine mala wan û xwestine bê û şahidiyê bike û ev tişt anî ziman: "Gotin were li dupişkê siwar bibe, em te bibin dozgeriyê îfade bide. 20 daqîqe berdewam nake. Tu dê bibejî gule berdane me, ligel hişyariyê me gule berdaye. Tu dê van tiştan bibêjî."
Şahidê bûyerê got ku wî daxwaza polîsan qebûl nekiriye li ser vê yekê polîsan li cihê bûyerê demeke dirêj lêkolîn kirine piştre çûne.
KAMERAYA EWLEHİYÊ DESTESER KIRIN
Li aliyê din polîs saetên di nîvro de hatine avahiya ku Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê ya Şaredariya Geverê û hard diska karemara ewlehiyê ya dervehî avahiyê ye desteser kirine. Li gorî agahiyên ku rêveberên avahiyê dane jî kamera ev demeke dirêj e nedişixulî.
DÎMEN JÎ PIŞTRAST DIKIN
Di dimenên ku bi telefona berikê hatiye kişandin û di malberekî herêmî de hatiye weşandin de jî tê dîtin ku gelek wesayîtên polîsan tên cihê ku Ozdel hate qetilkirin. Li ber du malên ku bûyr pêk hate jî tîmên taybet disekinin. Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku xebatkarê tenduristiyê yê ku bi ambulansê tê jî bêyî sedye diçe cihê ku Ozdel hatiye qetilkirin. Piştî demekî disekine û diçe sedyeyê digire. Ev nêzîkatiya xebatkarê tenduristiyê hin pirsan tîne hişê mirovan. Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku ev kesê navborî pir giran tevdigere. Ev jî rê ji îdiayên wekî ev kes ji aliyê polîsan ve dibe ku hatiye astengkirin re vedike.