Polîsan xwendekarek derb kirin
Polîsan xwendekarek derb kirin
Polîsan xwendekarek derb kirin
Li Dihê tîmên taybet bi awayekî hovane li xwendekarê dibistana amadeyî Nadir Aksu xistin. Aksu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û ji ber ku hestiyê serê wî şikestiye veguhestin nexweşxaneya Amedê.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê li derdora avahiya xizmetê ya şaredariyê tîmên taybet kontrola nasnameyan kirin. Tîmên taybet bi awayekî hovane li xwendekarê lîseyê Nadir Aksu xistin.
Aksu diyar kir ku dema ew ji dibistanê diçû malê tîmên taybet bê pirs û sedem êrîşî wî kirine û got ku ji ber derbên wan ew ji ser hişê xwe çûye û wî çavên xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê vekiriye. Aksu got ku ji ber hestiyê serê wî şikestiye ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê kirine.