Polîsan li Silopiya êrîşî ciwanan kirin

Polîsan li Silopiya êrîşî ciwanan kirin

Li Silopiya piştî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê ku li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re pêk hatin, ciwanan rêya dîrokî ya Îpek ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê polîs hatin cihê çalakiya ciwanan û bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kir.

Li ser mudaxaleya polîsan ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da polîsan û pevçûn derketin. Gelek molotofên li wesayîtên polîsan ketin, TOMA’yan agirê ku wesayîtan ket vemirand. Ji ber gaza zêde ku polîsan diavêt, ajokarên maşînan kêliyên zahmet jiyan.

Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de cih bi cih berdewam dikin.