Polîsan li Hênê ciwanek bi giranî birîndar kirin
Polîsan li Hênê ciwanek bi giranî birîndar kirin
Polîsan li Hênê ciwanek bi giranî birîndar kirin
Li navçeya Hênê ya Amedê polîsan êrîş birin ser ciwanên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar dikirin û ciwanê bi navê Mustafa Solmaz bi giranî birîndar kirin. Solmaz ê ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.
Li navçeya Hênê ya Amedê welatiyên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li hemberî Kobanê pêk tînin şermezar kirin. Polîsan bêyî hişyariyê êrîşî komê kir û pevçûn derketin. Polîsan di bûyeran de guleyên rast bi karanîn û welatiyê bi navê Mustafa Solmaz bi giranî birîndar kirin. Solmaz ê ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê û piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.
Hate ragihandin ku rewşa Solmaz giran e.