Polîsan li Geverê ciwanak qetil kirin

Polîsan li Geverê ciwanak qetil kirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di salvegera 3 welatiyên di 6-7'ê Kanûna 2013'an de ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin de bûyer derketin û polîsan ciwanek din qetil kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6-7'ê Kanûnê de 2013'an de ji ber taxrîpkirina gorên HPG'iyan bûyer derketibûn û polîsan M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu hatibûn qetilkirin. Li navçeyê bi boneya salvegera qetilkirina 3 welatiyan bûyer derketin û polîsan bi tundî êrîş li welatiyan kir. Polîsan li Duryana Sabanci êrîş li girseyê kir û bombeya gazê ya avêt welatiyan li wesayîta Serwîsa Arizayê ya VEDAŞ'ê ket. Di encama vê yekê de Karkerê VEDAŞ'ê Îlker Aslan ê ku di wesayîtê de bi giranî birîndar bû. Aslan ji aliyê hevalên wî ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Di çalakiyên li nêzî Petrola Hanê ya li ser rêya Îpekê jî ciwanek bi giranî birîndar bû. Ciwanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û  jiyana xwe ji dest da. Ketin û derketina nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.

Li navçeyê li ser rêya Şemzînan, taxa Esenyurt û Duryana Rêya Oremar bûyer berdewam dikin.