Polîsan li Farqînê wesayîtek gulebaran kir: Kesek birîndar bû
Polîsan li Farqînê wesayîtek gulebaran kir: Kesek birîndar bû
Polîsan li Farqînê wesayîtek gulebaran kir: Kesek birîndar bû
Li navçeya Farqîn ya Amedê, polîsan wesayîtekî di tevgerê de gulebarankir û kesek birîndar kir.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wesayîta biplaqeya 21 SV 755 ku Kamûran Ozkan di ajot bi hevalên xwe re ji şahiya Serê Gulanê vedigeriyan, li ser rêya Farqîn-Êlihê di dema tevgerê de ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin. Di bûyera ku li ber Dibistana Bilind ya Pîşeyê a Farqînê rû da, Kamûran Ozkan ji lingê xwe birîndar bû. Ozkan li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, piştî mudaxeleya destpêkê ji bo îfadegirtinê birin Midûriyeta Polîsan ya Farqînê.
Malbata Ozkan ku li nexweşxaneyê bû, bertek nîşanda ku li şûna bi ambulansê bibin bi wesayîta polîsan birin. Di derbarê bûyerê de agahiyên zelal nehatin girtin.