Polîsan li Cizîrê zarokek birîndar kirin
Polîsan li Cizîrê zarokek birîndar kirin
Polîsan li Cizîrê zarokek birîndar kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşa ji aliyê YDGK-H ve hate lidarxistin, kirin û di encamê de zarokê bi navê A.E. yê 9 salî ji serê xwe birîndar bû.
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK-) li navçeya Cizîra Şirnexê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan meşek li dar xistin. Bi hezaran kes li Kolanan Mezbahane ya Taxa Cûdiyê li hev kom bûn û pankartên “Agirê azadiyê yê ku ji aliyê Viyan û Zîlanan ve hate pêxistin wê bi azadiyê bê tacîdarkirin” hate vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin vekirin û ber bi Cadeya Nisêbînê ve meşiyan.
Di meşê de li çepikan xistin, tilîlî û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” qîriyan û polîsan pêşî li meşê girtin. Di dema meşê de polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û gelek kes ji ser hişê xwe çûn.
Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan û bûyerên li navçeyê destpê kirin.
Zarokê bi navê A.E yê 9 salî ku bombeya gazê li serê wî ket birîndar bû. Zarokê birîndar rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bûyerên li navçeyê berdewam dikin.