Pohl: DAIŞ ji bo mirovahiyê xetere ye

Pohl: DAIŞ ji bo mirovahiyê xetere ye

Sefîrê Enqereyê yê Elman Ebeherd Pohl bi heyeta xwe re hat Pirsûsê û Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir. Kohl diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo dewleta Tirkiyeyê jî xetere ye û ew jî li hemberî van çeteyên dijî mirovahîyê disekinin.

Sefîrê Enqereyê yê Elman Ebeherd Pohl bi heyeta xwe kê hat Pirsûsê û Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir. Li şaredariyê Parlamenterê HDP'ê Ibrahîm Ayhan û Aysel Tûglûk, Alîkariyê Hevşaredarê Serokê Nasir Çagan, Hevserokê DBP'ya Rihayê îsmaîl Kaplan û Hevserokê Navçeya DBP ya Pirsûsê Îsmaîl Şahîn û endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava Faruk Tatli li şaredariyê şande pêşwazî kirin. Pohl ji parlamenteran û ji berpirsyaran der barê der barê alîkariyan de rewşa welatiyên Kobanê li Pirsûsê diminin û konbajaran dimîn agahî girt. Ayhan diyar kir ku dewleta Tirkiye destpêkê de gotibû ku ji bo welatiyên Kobanê wê konbajerên 200 hezarî vekin, lê belê ev gotina wan wala derket. Ayhan destnîşan kir ku dewlet li ser vê gotina vala jî ji li ser navê AFAD'ê de du konbajarên biçûk hatiye vekirin û wiha got: "Dewlet ji bilî  van konbajaran ti alîkariyê nadin konbajarên din. Her wiha alîkariyê ji derve jî tên ji hêla dewletê tên astengkirin."

'DEWLET BI DAIŞ'Ê RE HEVPAR E'

Ayhan bi lêv kir ku welatiyên li konbajarên li AFAD'ê dimînin tenê ji sedî de deh diminîn û yên dawiyê li konbajarên ji hêla şaredariyê ve hatiye vekirin dimînin. Ayhan di dawiya axaftina xwe de got ku bila dewlet li ser peyva xwe bisekine û bila peywira xwe bîne cîh. Piştî Ayhan jî Aysel Tûglûk jî axivî û got ku  dewleta Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê ve hevkariyê dikin û wiha axivî: "Li ber çavan e ku dewleta Tirkiye bi çeteyên DAIŞ'ê re hevkariyê dike. Ev helwest pir şaş e. Bila demildest dest vê siyasetê berde. DAIŞ ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye. Her wiha birîndarên çeteyan jî li nexweşxane yên Tirkiyeyê yên luks tên dermankirin. Birîndarên tên vê derê jî tên girtin. Her wiha du roj berê 4 şervanên YPG hatin girtin û bi rewşa xwe ya birindar û giranî di girtigehê de ne."

Tûglûk di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê dewlet alîkariyê bide. Ev peyvira wan e. Ger alîkar nabin jî bila astengiya dernexin. Heta neha ji gelek cihan alîkarî têbe. Alîkarên yên ji welatên dervê tên li hemberî helwesta Tirkiyeyê jî didome û ev helwest şaş e."

'JI BO AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIVÊ EV PÊVAJO  BAŞ BI ENCAM BIBE'

Piştî guhdarkirina û agahiyan, Ebeherd Pohl axivî û diyar kir ku ji ber hatiye Pirsûsê kêfxweş bûye û got ku berxwedana Kobanê bi hêzekê û bi coşekê mezin rastî piştgiriyê hatiye û dengek mezin derket. Pohl da zanîn ku berî her tiştî mirovatî girîng e û ji bo vê mirovatiyê tiştên ji destên wan tên wê dikin û wê bikin. Pohl li ser pêvajoyê jî şîrove kir û wiha got: "Ji bo aştiyê û aramiyê divê ev pêvajo  baş bi encam bibe. Ji ber vê yekê divê em wek Elmanya jî em Kobanê bi awayekî balkêş dişopînin."

'DAIŞ JI BO TIRKIYEYÊ JÎ XETERE YE'

Pohl li ser çeteyên DAIŞ'ê yên hefteyek berê li ser sînorê Tirkiyeyê ya Mûrşîtpinarê jî axivî û ev tişt anî ziman: "Min li Enqereyê li ser vê bûyerê nûçe şopandiye. Li ser sînorê Tirkiyeyê çeteyên li ser navê Îslamiyetê hinek xebatan dikin. Em li hemberî van tiştan in. Tê gotin ku van kesan dijî mirovahiyê de gavê davêjin û em li hemberî van e. Me ji aliyê berpirsyarên Tirk jî axivî û ji me re gotin ku ev ji van xetereyan agahdar in û li dijî wan disekinin. Her wiha DAIŞ ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye."