PKK'ê "Şehîdên meha Gulanê" bibîr anî
PKK'ê "Şehîdên meha Gulanê" bibîr anî
PKK'ê "Şehîdên meha Gulanê" bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û ji gelê Kurd xwest, ku bi serdana goristanên şehîdan û bi çalakiyên bîranînê, xwedî li xeta têkoşerên azadiyê derkeve.
Komîteya Rêveber a PKK'ê, der heqê meha Gulanê de ku ji aliyê Tevgera Kurd ve weke "Meha Şehîdan" tê binavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû şoreşgerên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.
PKK'ê bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşberî her şehadetê têkoşîn bilind kiriye û bîranîna wan kiriye sedema pêngaveke nû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku PKK partiyeke şehîdan e û li ser vê bingehê veguheriye tevgereke gerdûnî.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat bibîr xist, ku yek ji pêşengên PKK'ê Heqî Karer di 18'ê Gulana sala 1977'an de ji aliyê komeke "ajan-provokator" ve hatiye kuştin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo bîranîna Karer, Partiya Karkerên Kurdistan PKK ava kiriye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Heqî Karer, azadiya kedkar û gelê Tirk di azadbûna gelê Kurd de dîtiye û di vê oxirê de di şoreşa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.
Komîteya Rêveber bal kişand ser rastiya şehadeta Xelîl ÇAVGÛN û destnîşan kir, ku Çavgûn li dijî xeta çete û nokeriyê, bûye yek ji stûna bingehîn a avabûna raperîna 29. ya li dijî mêtîngeriyê.
PKK'ê, li hemberî perçebûna netewî, berjewendiyên biçûk, kombûyîn û pevçûnê, bal kişand ser rola Mehmed Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên di rêya yekitiya netewî ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat yekitiya netewî ya Kurdan ava dibe, ev bi helwesta heval Karasûngûr û Bîlgîn bûye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê, li dijî hewldanên tinekirina hêviyên dawî yên gelê Kurd, bal kişand ser berxwedana "Çar Stêrkan" Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên li girtîgeha Amedê û di vê derbarê de ev nuqte destnîşan kir; "Agirê raperînê yê Mazlûm Dogan li dijî faşîzma 12'ê Îlonê vêxist, her çar stêrkan di bedena xwe de veguherandin agirê azadiyê. Li dijî faşîzm û êşkenceyên hovane yên bi armanca tinekirina hêviya gelê Kurd, wan ji bo avakirina jiyaneke azad a Kurdistanê, canê xwe dan."
Di daxuyaniyê de ji bo hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) jî hat destnîşankirin, ku ew bûye kesayeta hunermed a xwedî li çand, ziman û cewhera xwe derketiye û di heman demê de li dijî qirkirina çandî, bûye sembol û sekna jina berxwedêr.
Di daxuyaniya PKK'ê de, berxwedana Ferzadi Şîrîn, Ferhat û Soran ên di 9'ê Gulana sala 2010'an de li sêdara rejîma Îranê nîşandan, hat nirxandin û weha hat gotin; "Berxwedana van hevalan, bûye dewama berxwedana Mazlûman, Çar Stêrkan û Rojiya Mİrinê ya li Rojhilatê Kurdistanê. Têkoşîna azadiyê ya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, bi pêşengiya bexwedana bi rûmet a van hevalan gihaştiye roja îro."
Di dewama daxuyaniya PKK'ê de hat ragihandin, ku berxwedana di rêya van şehadetan de, li gelemperiya Kurdistanê bûye çanda jiyanê û hat gotin, "Eger ev raperîna Rêber Apo ya li dijî tinekirinê destpê kiriye gihaştiye bi mîlyonan, ked û para bêhempa ya van şehadetên destanî heye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser pêvajoya jinûve avakrina jiyana azad û rizgariya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye û diyar kir, ku di bingeha vê pêvajoyê de navê van kesayetên dîrokî û berxwedana wan a bi heybet heye.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Ev pêvajoya Rêberê me destpê kiriye, encama têkoşîna 40 salan e. Azadî ku rewşeke pîroz e, ji aliyê ti kesî ve nayê dayîn. Lewma divê ji her demê bêtir, di vê pêvajoyê de têkoşîneke bi bandor bê dayîn, da ku pêvajo veguhere çareserî û aştiyeke mayînde."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi wesîleya "18 Gulanê roja Şehîdan" û "Meha Şehîdan Gulan" bi pêngaveke nû pêvajo were rêvebirin. Di daxuyaniyê de ji tevahiya gelê Kurd hat xwestin, ku di nava vê mehê de biçin serdana goristanan û bi çalakiyên bîranînê "Meha Şehîdan" veguherîne pêvajoya têkoşînê.
Di dawiya daxuyaniyê de, têkoşerên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û soza dilsozî û bicihanîna armancên wan hat dûbarekirin.