PKK’ê nasnameya gerîlayê 1997'an jiyana xwe ji dest da aşkera kir
PKK’ê nasnameya gerîlayê 1997'an jiyana xwe ji dest da aşkera kir
PKK’ê nasnameya gerîlayê 1997'an jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê nasnameya gerîlayekî ku sala 1997’an li Amedê jiyana xwe ji dest da aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ragihand ku gerîlayê PKK’ê Îsmet Şahîn ê bi nasnavê Cengîz Batman ku sala 1997'an ji Êlihê tevlî nava refên gerîlayan bû, sala 1997’an li çiyayê Gorsê yê Amedê, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Şehîdan a PKK’ê sersaxiyê ji malbatê re xwest û got: “Hevalê me yê hêja kurê we Cengîz êş û janên gelê me dîtiye, vê yekê ji kûrahiya dilê xwe hîs kiriye û ji bo dawî li vê yekê bê, serî li hêviya vê rêyê da û tevlî nava refên gerîlayan bû. Wî li hemberî statuya koletiyê ya ku ji aliyê dewleta dagirker ve hatibû danîn serî hildaye, wezîfeya Kurdistanî û welatparêzî daniye ser milê xwe, guh daye wijdana xwe û bûye mînaka fedakariyê û jiyaneke bi nirx nîşan daye.”
Komîteya Şehîdan diyar kir ku ewladê hêja Cengîz Batman ku doza azadiya gelê Kurd ji bo xwe weke tenê rêyekê didît, ji roja ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûye û heta roja jiyana xwe ji dest daye, ji bo gihiştina azadiya Kurdistanê û ji bo gelê Kurd bi azadî bijî, ji bo welatê xwe, gelê xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bi dilsozî û fedakarî tevgeriyaye.
Komîteya Şehîdan a PKK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Cengîz Batman sala 1997’ê li Çiyayê Gorsê yê Amedê di şerê li dijî hêzên dewleta dagirker a Tirk de berxwedaneke bêhempa nîşan daye û got: “Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî, hem jî herî kêm weke we li ber êşa hevalê xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayê vê çeka wî û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ti gel bêyi berdêl bidin negihiştine azadiya xwe û jiyaneke azad heq nekirine. Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan wiha got: “Hûn weke ewlad, xwişk, bira û xizmên hevalê me yê qehreman Şehîd Cengîz çiqas bi hevalê me Şehîd Cengîz serbilind bin jî kêm e. Em weke hevalên wî her tim bi wî serbilind in. Ji bo em armanca wî pêk bînin, jiyaneke azad, wehev û demokratîk ku hemû gel bira bin, pêk bînin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku bi ala ku dewrî me kirin, bi awayekî bi rûmet bi ser dijminan de çûn. Ew çavkaniya sereke ya hêza me ne, raborî, îroya me û siberoja me ne. Bersiva herî baş a ku em bidin bîranîna wan avakirina gel û welateke azad e.”