PJAK: Aliyên siyasî û gel divê 30 salên dawî yên rejima Îranê berçav bigirin

PJAK: Aliyên siyasî û gel divê 30 salên dawî yên rejima Îranê berçav bigirin

Endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd ragihand ku, di hilbijartina li Îranê de pêwîste partiyên siyasî û gelê Îranê 30 salên dawî yên rejima Îranê berçav bigirin. Cawîd anî ziman ku, hem navxweyî û hem jî derve pirsgirêkên cidî yên Îranê hene.

Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd ji kovara Alternatîf re axivî û li ser hilbijartin, pirsgirêkên navxweyî û derve yên Îranê nirxandin kir.

Endamê Koordînasytona PJAKê Rêzan Cawîd dibêje, di beşdariya aliyên siyasî û gelên li Îranê a di hilbijartinê de, divê 30 salên dawî yên rejîma Îranê li ber çavan bêne girtin.

Cawîd destnîşan dike ku, hem ji aliyê navxweyî û hem jî di asta derve de pirsgirêkên cidî yên Îranê hene, civaka Îranî di bin gefên cidî de ye û siyasetvanên siyaseta klasîk ên Îranê jî neçar mane vê yekê îtîraf bikin.

Cawîd pirsgirêkên civaka Îranê û nakokiyên navbeyna aliyên hakim bibîr dixe û dibêje, hebûna van pirsên bê bersiv û pirsgirêkên çaresernebûyî, hilbijartin veguherandine rewşek ku êş û derdên gelên Îranê nûjen dike. Ev yek hem paşerojan gelan dixe bi bandora xwe û hem jî encamên hilbijartinan ji bo wan bê wate dike.

Endamê Koordînasyona PJAKê Rêzan Cawîd rewşa beriya hilbijartinê li Îranê wekî trajedî jî binav kir û got, di salên dawî de, di hemû qonaxên hilbijartinê de rejîmê hewl daye beşdariya gel a di hilbijartinan de wekî qebûlkirina rewatiya xwe nîşan bide.

Rêzan Cawîd destnîşan kir ku, nerazîbûnên berfireh ên gelên li Îranê dijîn di dewrê de ne û tîne ziman jî ku li aliyekî din ji mudaxeleyek hêzên derve re zemîn çê dike.

Rêzan Cawîd tîne ziman ku, têgehiştina vê mijarê ji aliyê hin kevne siyasetvanên ku xwe wekî reformxwaz didin nasandin, wê di dirêjkirina temenê rejîmê de bi bandor be, lê ji ber ku ew alî pêdiviya şîarên xwe pêknayînin, Îranê ber bi qeyranek kûrtir ve dibin.