Pîrozbahiyên çalakiya Zîlan li qadên gerîla dewam dikin

Pîrozbahiyên çalakiya Zîlan li qadên gerîla dewam dikin

Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku bûye nîşaneya mîlîtanên jin ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, pîroz dikin. Yek ji fermandarên YJA STAR'ê Sosin Alan di pîrozbahiyê de axivî û got, "Hevala Zîlan, bi çalakîbûyîna xwe ya mezin re, bû xeta mîlîtan a tevgera me."

Li hemberî êrîşa bombeyî (tonek bombe li Mercedesê hatibû bicihkirin) ku di 6'ê Gulana sala 1996'an de li paytexta Sûriye Şamê li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, Zeynep Kinaci (Zîlan) a di sala 1995'an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bûbû, di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de li hemberî protokola leşkerî ya li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî. Beriya çalakiya ku tê de bi dehan leşkerên Tirk mirin, Zîlan nameyek li dû xwe hiştibû û gotibû, "Li dijî vê êrişa li hemberî Rêberê me hatiye kirin, ez jî dixwazim çalakiyeke fedayî pêk bînim." Ev çalakiya mîlîtana Tevgera Azadiyê ya Kurd Zîlan, her sal di 30'ê Hezîranê de tê pîrozkirin.

"BÛ XETA MÎLÎTAN A TEVGERA ME"

Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, 17. salvegera çalakiyê bi coşeke mezin pîroz dikin. Pîrozbahiya li Herêmên Parastinê Yên Medyayê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîmê de tevî gelek fermandarên HPG û YJA STAR'ê zêdeyî 200 gerîla amade bûn. Yek ji fermandarên YJA STAR'ê Sosin Alan a di pîrozbahiyê de amade bû, axaftinek kir û got, "Gelek rojên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd hene, ku tê de destan nivîsandiye. 30'ê Hezîrane jî yek ji van rojên destan lê hatiye nivîsandin e. Ev roj, bersivek li hemberî komploya 6ê Gulana sala 1996'an a li dijî Rêberê me bû. Bi vê bersivdayînê re Zîlan bûye xeta mîlîtan a tevgera me."

"BÛ NÎŞANEYA DILSOYA BI RÊBERÊ ME RE"

Alan da xuyakirin ku Zîlan a di sala 1995'an de tevlî refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû, bû xwedî çalakîbûneke mezin û got, "Li gel nûbûna xwe re, bi çalakiya pêk anî tirsek mezin xist dilê dewleta Tirk. Zîlan armanca çalakiya xwe bi nameyek li dû xwe hişt re rave kir û destnîşan kir ku ew çiqasî bi Rêberê me û Tevgera me re dilsoz e."

"BÛ XWEDIYÊ ÇALAKIYEKE EW MEZIN KIR"

Alan diyar kir ku li gel mezinbûna şer re Zeynep Kinaci bi tena serê xwe artêşek bû û got, "Em jî weke şervanên hevala Zîlan, divê çalakiya wê baş fêm bikin. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re nîşan da ku divê em Rêberê xwe bi tenê nehêlin. Weke şervanên Zîlan a bi vê çalakiya xwe re xwe mezin kir, pêwîste em destûrê nedin komployên li dijî Rêber û Tevgera me."

"30'Ê HEZÎRANÊ ROJA LEHENGIYÊ YE"

Alan da xuyakirin ku di kesayetiya Zeynep Kinaci de gelek mîlîtanên PKK'ê di meha Hezîranê de destana lehengiyê nivîsandine û axaftina xwe weha dewam kir: "30'ê Hezîranê, di kesayetiya hevala Zîlan de roja lehengiya hevala Sema û Gulan e. Hevala Sema, li Zîndana Çanakkaleyê li dijî komployên li hemberî Rêberê me û Tevgera me, bedena xwe da ber agir. Hevala Gulan jî, bi lehengiya xwe ya di şer de, dilsoziya xwe ya bêhempa bi Rêber û Tevgera me re nîşan da. Têkoşîna van hersê hevalan a di vê rojê de kirine, xeta mîlîtaniyê ya PKK'ê afirandiye."

Alan destnîşan kir ku ewê di pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li gel Rêberê xwe têbikoşin û ji tevahiya gerîlayan re serketin xwest.

Li dû axaftina Alan, skêç, şano û koroyên ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve hatin amadekirin, hatin pêşkêşkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir

WÊNE: Bahoz Amed