Pira Fatime ya 70'î salî dixwaze li Kobanê şer bike

Pira Fatime ya 70'î salî dixwaze li Kobanê şer bike

Dapîra Fatime Bazo (70) ya ji ber şer û pevçûnên li ser Kantona Kobanê nexwest ji herêmê derkeve ji aliyên xizmên xwe ve bi zûrê hate rêkirin, du zarokên dapîra Fatime jî li Kobanê tevlî nav refên YPG'ê bû li heberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Dapîra Fastime diyar kir ku ew bi hêviya vegera Kobanê jiyan dike û dixwaze li Kobanê di eniyê de şer bike.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê welatiyên Kobanê hatin tahliye kirin, Dapîra Fatime Bozo (70) ya nexwest Kobanê bi terikîne ji aliyê şervanên YPG'ê ve bi zûrî hat rêkirin. du zarokên Bozo li Kobanê tevlî nav refên YPG'ê bûn û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Dapîra Bozo anî ziman ku ji ber rewşa Kobanê xwe bi çevê wê nakeve û wiha got: "Me gelek rojên zehmet kêşan. Me her tiştê xwe li pey xwe hişt û hatin. Em bi daxwaza xwe nehatin. Lê belê ji bo vegera me gelek nemaye. Ez jî wê tevlî şoreşê bibim."

'EZ DIXWAZIM VEGERIM BA ZAROKÊN XWE'

Bozo bilêv kir ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necar maye axa xwe û zarokên xwe bihêle û ev tişt gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê çi bikin bila bikin em ê vegerin Kobanê. Ez ê bi rewşa xwe ya pîritiyê bibinim û nebinim nizanim lê ez dixwazim bêhna xwe ya dawî li Kobanê li ba zarokên xwe bidim." Bozo diyar kir ku min "hevalan" re got min berdin ez ê li heberî van çeteyên hovane şer bikim lê belê destûr nedan min. Gelê kurd tu caran axa xwe ji dijminê xwe re nahêle. Zarokên me şer dikin. Ji min re gotin 'tu here ger pêwîstiyê me çêbû em ê bang te bikin.' Ez jî wê herim li ba zarokên xwe di eniyê de şer bikim."

'VEGERA ME NÊZE'

Bozo destnîşan kir ku kêm maye roj li Kobanê derkeve û wiha got: "Em li Kobanê ne dewlemend bûn em naxwazin li vir jî dewlemend bibin. Li dinyayê ya giring ew e ku ji derveyî xwe tu kesên dinjî bi fikirî. Min heval fikirin hevalan ji ez fikirim û bi zûrê rêkirim vir. Ez ê bêhna xwe ya dawî bi guleya berdim DAIŞ'ê bidim. Ez tiştek din naxwazim. Pirsûs ji axa me ye. Em weke mêvan hatin vir. Xwedê ji her kesî razî be. Li vir em himbêz kirin. Lê belê xaka mirov bi xwe cuda ye."