Pevçûnên di navbera YPG û komên çete de didomin

Pevçûnên di navbera YPG û komên çete de didomin

Li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel û komên çekdar ên Artêşa Azad berdewam in. Her wiha komên çekdar hin welatiyên gund revandine û hejmarek ji çekdaran jî hatin kuştin.

Welatiyên gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ji ajansa ANHA’yê re diyar kirin ku pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad de didomin. Her wiha aşkera kirin ku, ber bangê ve pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de derketin. Di encamê de hejmarek ji komên çekdar hatin kuştin û gelek ji wan reviyan.

Welatiyan ragihand ku, Artêşa Azad hejmarek ji sekvanan li dora gund belav kirine, di derbarê pevçûnan de diyar kirin ku, hejmarek ji komên çikdar hatin kuştin, her wiha komên çekdar beriya 2 rojan hin welatî ji gund revandin û birin cihekî nediyar.

Birêvebirekî ji YPG’ê ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku, yekîneyeke wan li hember komeke çekdar derket û makîneyeke wan bi kesên tê de rûxand.

Birêvebir wiha dom kir: “Pevçûn heta niha di gund de didomin ji ber ku hin sekvanên komên çekdar li wir bi cih bûne.” Her wiha diyar kir ku heta çekdarek di gund heye dê berxwedana xwe bidomînin.

Welatiyên gund dest nîşan kirin ku, komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad hejmarek ji welatiyan revandine û li gorî welatiyan navê wan wiha ne: “Mihemed Şebabo û kurê wî Genco Şebabo, Ebdilrehman Şêxo, Bavê Barîn, Mihemed Mûse, Hisên Neeso, Henan Sîdo û kurê wî Sîdo Sîdo.”

Her wiha welatiyên gundê Dêrmişmişê jî anîn ziman ku, komên çekdar ên Artêşa Azad 3 welatî ji gund revandin dema di zeviyên xwe de kar dikirin ew jî ev in: “Mihemed Hesen Qacî, Zîyad Şehade Hemede û Hisên Hisên Hemede.” Welatiyan dane zanîn ku, ew birine navenda tabûra Ebo Bekir a girêdayî Tugaya El-Tewhîd li bajaroka Til-Rifeet.