Peter Galbraith: Pêşeroja Kurdan di destê wan de ye
Peter Galbraith: Pêşeroja Kurdan di destê wan de ye
Peter Galbraith: Pêşeroja Kurdan di destê wan de ye
Senatorê Amerîkî û Alîkarê Neteweyên Yekbûyî yê berê Peter Galbiret serdana Navenda Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê kir û civîneke çapemeniyê li dar xist. Peter got ku tenê hêzên Kurdî şerê terora DAIŞ'ê dikin û wiha ji Kurdan re got: "Eger hûn bi yek bin wê tevahiya cîhanê alîkariya we bike. Pêşeroja we di destê we de ye û hûn ê çarenûsa herêma xwe bi xwe diyar bikin."

Senatorê Amerîkî, Balyozê berê ya Amerîkayê li Hirvatistan û Alîkarê Netewên Yekbûyî yê berê Peter Galbraith ku hatiye Rojavayê Kurdistanê îro sibê serdana Navenda Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê li bajarê Amûdê kir. Galbirêt ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, Cîgrê wî Hisên El-Ezam û Serokê Desteya Karên Derve Salih Gedo hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê bi amdebûna rojnamevanan Peter Galbraith li Navenda Meclîsa Rêveber civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Galbraith got ku di her du mehên dawiyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî hatiye guhertin û da zanîn ku tevahiya cîhanê terora DAIŞ'ê nas dike. Peter bal kişand ser berxwedana qehremanî ya Kobanê ku li hemberî DAIŞ'ê serî hildaye û destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê hêzên Pêşmerge û li Rojavayê Kurdistanê jî şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û li hemberî terora DAIŞ disekinin, her wiha got ku divê hemû cîhanê alîkariya YPG û YPJ'ê di şerê li hemberî terorê de bike.
Peter got ku dema êrîşên giran ên DAIŞ'ê li dijî Kobanê pêk hatin, Amerîka tevî ku dizanîbû wê dewleta Tirk aciz bibe jî, lê destek da Kurdan û bi wan re bû alîkar.
Galbiret girîngiya yekîtiya gelê Kurd anî ziman û wiha got: "Eger ku Kurd bibin yek wê tevahiya cîhanê bi wan re alîkar be Hevpeyman Dihokê ku di navbera aliyên Kurd de hatiye îmzekirin wê biser bikeve. Ji bo vê jî divê Netewên Yekbûyî alîkariyê ji bo gelê Rojava pêşkêş bike.Wê demê wê pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi gelekî ji niha baştir bibe. Di navbera Başûr û Rojava ti cudahî tine ye. Li Rojava Petrol û jêderên aborî hene. Di demeke nêz de wê Rojava di aliyê aborî pêngavên mezin bavêje û wê bigihêje asta pêşketinên li Başûrê Kurdistanê û wê gelê Rojava xwe bi xwe birêve bibe."
Peter Galbraith da zanîn ku beriya dehan salan Hewlêr jî girêdayî Bexdayê bû û rastî êrîşan dihat, lê niha serbixwe ye û xwe bi xwe birêve dibe û got: "Wê Rojava jî bibe wekî Başûrê Kurdistanê. Pêşeroja we di destê we de ye. Hûn ê çarenûsa herêma xwe bi destê xwe diyar bikin."
