Pêşmerge li ser sînorê Rojava bi cih bûn

Pêşmerge li ser sînorê Rojava bi cih bûn

Hêzên Pêşmerge duh li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Başûrî Kurdistanê bi taybet li gundê Şilîkiyê ji aliyê başûr ve belav bûn. Her wiha deriyê sînor ji aliyê Pêşmergeyan ve hate girtin.

Welatiyên ku li gundên nêzî sînor dijîn diyar kirin ku, hêzên Pêşmergeyan kevir diavêtin wan û gotinên kirêt ji wan re digotin.

Li gorî ANHA’yê rêveberê Pêşmergeyan Azad Mîranî hatiye ser sînor û bi rêveberek yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevdîtinek pêkaniye. Hate zanîn ku, Mîranî sedema hatina Pêşmergeyan ya ser sînor aşkera nekir.

Hêjayî gotinê ye ku Pêşmergan çekên giran, 5 doşka û hin çekên din bi xwe re anîn û nûçegihanê ANHA’yê bi şikandina kemîreyên wî tehdîd kirin û nehiştin wêneyan bigirin.

Duh agahiyên ku berpirsê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Cehfer dayîn ANF’ê ragihandibû ku, sedema girtina sînor siyasiye. 74 endamên perwerdekirî yên El-Partiyê ku bi rêyên ne rewa xwestine bikevin Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê hêzên asayîşê hatibûn binçavkirin. Ji ber vê sedemê Hikumeta Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê jî deriyê sînor girt.