Pereyê abonetiya DÎHA'yê sûç e!
Pereyê abonetiya DÎHA'yê sûç e!
Pereyê abonetiya DÎHA'yê sûç e!
Di rûniştina doza sereke ya KCK'ê de delîlên derbarê Koordînatorê Weşayê yê Gun Tv yê berê Ahmet Bîrsîn de hatin xwendin. Bîrsîn, diyar kir ku delîlên derbarê wî de li dijî hiqûqê hatin komkirin û ji ber vê yekê bersiva pirsan nade. Pereyê abonetiya DÎHA'yê, rojnameyên Azadiya Welat û çapxaneyê di nav delîlên sûç ên Bîrsîn de cih girtin.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de 24 kesên girtî û kesekî bêyî girtî û parêzerên wan, tercumanên kurdî, malbatên kesên girtî amade bûn. Di rûniştina yekemîn de delîlên derbarê Koordînatorê Weşayê yê Gun Tv yê berê Ahmet Bîrsîn de hatin xwendin. Berî xwendina delîlan parêzerên Bîrsen diyar kirin ku delîlên hatin komkirin û di îdîanameyê de cih girtin li dijî hiqûqê hatin komkirin û wiha gotin: "Birêz dadger em daxwazên xwe yên berê dubare dikin. Ev delîl li dijî hiqûqê hatin komkirin û em dixwazin ji îdîanameyê de bên derxistin."
Di dema xwendina delîlan de Bîrsîn bersiva pirsên heyeta dadgehê nedan. Di dema xwendina delîlan de hate gotin ku "Gelek endamên rêxistinê ji bo Gun Tv pere şand û ev yek hate fêmkirin." Di nava delîlên hatin xwendin de jî ji bo Weşanên Aramê re wiha hate gotin: "Weşanxanê Aramê pirtûkên rêxistinê û pirtûkên Abdullah Ocalan çap dike û pere ji rêxistinê re şand."
Di nava delîlên derbarê Bîrsîn de pereyê abonetiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê DÎHA'yê, rojnameyên Azadiya Welat û matbayayê weke sûç di îdîanameyê de cih girtin. Parêzer Çîçek li hemberî îdîayên endamên rêxistinê pere ji Bîrsen re şandin qeydên banqeyê pêşkêşî heyeta dadgehê kir.
Piştî parastinan ji rûniştina dozê re navber hat dayîn.