"Pêngava Rojavayê Kurdistanê, polîtikayên AKP'ê têk bir"

"Pêngava Rojavayê Kurdistanê, polîtikayên AKP'ê têk bir"

Serokê Giştî ya Partiya Demokrasî û Sosyalist (SDP) Ridvan Turan di panêla "Çareseriya Demokratik" a li Şirnexê de got: "Pêngava gelê Rojavayê Kurdistanê politikayên AKP'ê birin îflasê. Ez di mijara çareseriyê de bi qasi misqalekê ji AKP'ê bawar nakim. Ez ji tekoşîna gelê kurd bawer dikim. 

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê li Salona Civînêya Şaredariya Şirnexê panela binavê "Çareseriya Demokratîk" pêk anî.  Heyeta BDP'ê ku Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Serokê Giştî ya Partiya Demokrasî û Sosyalist (SDP) Ridvan Turan jî tev li panela "Çareseriya Demokratîk" bûn. Panel ji alilyê Serokê ÎHD'ê yê Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu ve hat pêşkêşkirin. Ayla Akat Ata Ridvan Turan jî weki panelîst amade bûn. Panel rastî eleqeyek mezin hat. Panelê jibo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pêkir. Di panelêde Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, diyar kir ku di ve pevajoyê de berpirsiyari dikeve ser milê her kesî û wiha got: "Pêngava gelê Rojavayê Kurdistanê politikayên AKP'ê birin îflasê. Ez di mijara çareseriyê de bi qasi misqalekê ji AKP'ê bawar nakim. Ez ji tekoşîna gelê kurd bawer dikim. 

Parlamantera BDP'e ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku pirojeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de pêşkeş kir manifestoya çareseriyê ye û wiha got: "Em hêhî hêdî digêjin dawiya pêngava yekem a projeya çareseriyê. 
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd lihevhatin nebe nabe. Ger ku kî ji bo çareseriya pirsgireka kurd bavêjin em dê li parlamentoyê piştgiriyê bidin wan. Panel bi pirs û berîvan bi tawî bû.