PÇDK: Girtina sînor ziyanê li şoreşa Rojav dike
PÇDK: Girtina sînor ziyanê li şoreşa Rojav dike
PÇDK: Girtina sînor ziyanê li şoreşa Rojav dike
Desteya Rêvebir a Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) bi daxuyaniyekê girtina sînorê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrî Kurdistanê Desteya Rêvebir a PÇDK᾿ê di derbarê girtina sînorê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û girtina deriyê sînor ji aliyê hikûmeta Başûr ve şermezar kir. di daxwuyaniyê de hate gotin ku, girtina sînor ne di bin xizmet û berjewendiyê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye, berevajî xizmeta berjewendiya dijmênên gelê Kurd dike.
Di daxuyaniyê de ji Hikûmeta Herêmê hate xwestin ku, bibe hêza çareseriyê û piştgiriya gelê Kurd li Rojava bike û li pêşberî wan astangiyan dernexe.
Desteya Rêvebir a PÇDK’ê ragihandina dema hilbijartinên Perlemanê û Serokatiya Herêma Başûr bi erênî nirxand û beşdarbûna PÇDK’ê bi aweyekî aktîv di hilbijartinan de destnîşan kir.
PÇDK’e diyarkir ku, ji çar salan ve destûr erê kiriye. Lê pêdiviya wê di asta navnetewî, herêmî û Başûrê Kurdistanê de bi hinek guhartinan heye.
Di daxuyaniyê de bang hate kirın ku, Destûr li parlementoyê re vegere û bi awayekî demokratîk ji bo xizmeta gel û welat pirsgirên di destûrê de heyî werin çareserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, zêdebûna mercên tevlîbûna hilbijartinan gaveke paş ve ye, yek ji van mercan ku berê bi piştgiriya 500 kesî liste tevlî hilbijartina dibûn û li şûna wê niha kirine 2000 kes û ev bandora xwe ya neyînî dike.