Partiya Komunîst a Kurdistanê azadiya Ocalan xwest

Partiya Komunîst a Kurdistanê azadiya Ocalan xwest

Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navnetewî destpê kiriye, li pêwendiyeke mezin rast tê. Li dû Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Berzanî, niha jî rêveberên Partiya Komunîst a Kurdistanê mora xwe avêtin binê kampanya ji bo azadiya Ocalan.

Kampanya îmzeyan a di meha Gulanê de li Başûrê Kurdistanê destpê kir, tê payîn mîlyonek îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bikin. Nêçirvan Berzanî bû yekem Serokwezîrê mora xwe avêt binê kampanyayê. 

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Şakir û rêveberên partiyê Ebû Taran, Diler Mihemed Şerîf, Heme Reşîd Qeredaxî û Baba Elî, gelek rêveberên partiyê mora xwe avêtin binê kampanyayê.

Ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan, Kawa Nadir Kadir, Eî Mehmûd û Serdar Star çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê. Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê Kemal Şakir, ji ber serdana heyetê spas kir û û destnîşan kir, ku ew ji ber tevlêbûna xwe ya kampanyayê gelekî kêfxweş in. Şakir got, "Kî ji xwe re dibêje ez sosyalîstim, divê ji bo yek ji lîderên Kurdan birêz Ocalan azadiyê bixwazin û mora xwe bavêjin binê vê kampanyayê."