Partiya Çep a li Elmanyayê partiya bingehîn a mûxalefetê ye, ji ber hewldanên aştiyê destek da Serokwezîra Elmanya Merkel, ku ji bo çareseriya krîza Ukraynayê li Mînskê bi lîderên Fransa, Rûsya û Ukraynayê civiya.
Merkel a beşdarî civîna bilind a li paytexta Belarûs Mînskê ya bi beşdariya Serokkomarê Fransayê François Hollande, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko bû, ji hevrikên li welatê xwe destek dît. Partiya Çep a ku li Elmanyayê partiya mûxalefeta bingehîn e, di serokwezaretiya 10 salan de yekemcar destek da siyasetmedara mûxafazakar Angela Merkel.
Siyasetmedarên Partiya Çep, ji ber tempoya Merkel a li Mînskê, ku piştî muzakereyên 17 saetan der heqê krîza Ukrayna de biryara agirbestê hat dayîn, ew pîroz kirin. Alîkarê Serokê Koma Partiya Çep Dîetmar Bartsch ji qenala SWR re axivî û diyar kir ku ew hewldanên Merkel 'bi aqilane' dibînin. Bartsch da zanîn ku Merkel tansiyona di krîzê de kêm kiriye û got, "Weke rewşeke îstîsnaî, em jî bi serokwezîr serbilind in."
Serokê Koma Partiya Çep Gregor Gysî jî hewldanên Merkel weke 'sebatkarî' nirxand, parlamenterê Partiya Çep Stefan Lîebîch jî got, "Em hurmeteke mezin nîşanî Merkel didin."
Merkel, ji bo aştiya li Ukraynayê ku ev 10 meh in pevçûn lê heye, zêdeyî hefteyeke di navbera paytextên cîhanê de diçe û tê. Di çarçoveya civîna bilind de Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civîna îro ya çapemeniyê de ragihandibû ku dema agirbestê 15'ê Sibatê ye.