Parka Orhan Dogan bi beşdariya dehhezaran hat vekirin

Parka Orhan Dogan bi beşdariya dehhezaran hat vekirin

Parka Bajêr a Orhan Dogan, ku ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hat çêkirin, bi beşdariya deh hezaran kesî hat vekirin. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê.

Parka Orhan Dogan a ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hat çêkirin, li ser erdê 36 donimî yê li pişt Dibistana Seretayî ya Haşim Oztanik a taxa Aştiyê hat avakirin. Li parkê, 3 kargehên hunerê, navenda  çandê, sehên basketbol, voleybol, futbol, şanoya amfî, 2 kafeterya, cihê meşê û alavên ji bo zarok pê bileyzin û sporê bikin, hene. Merasîma vekirinê ji aliyê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD’ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, malbata Dogan û bi dehhezaran welatiyan pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Demîrtaş, Turk, Tûglûk, Sadak û zarokên Orhan Dogan Ayşegul û Firat Dogan, bi awayekî fermî park vekirin.

Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak axaftina vekirinê ya merasîmê kir û bi wesîleya Roja Dayikan, di kesayetiya dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, roja hemû dayikan pîroz kir.

Sadak da xuyakirin, ku wan konsera vekirinê, ji ber bûyerên li Reyhanliyê betal kirine û ji malbata kesên di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.

Piştre Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk dest bi axaftinê kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber avakirina vê tesîsê bi navê Orhan Dogan anî ziman. Turk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û diyar kir, ku ev pêvajo ji bo azadî û aştiyê firsendeke dîrokî ye.

Turk axaftina xwe weha dewam kir: “Di tevahiya dîroka Komarê de, gelê Kurd li zext û zilmê rast hatiye. Şêx Seîd, Seyid Riza û di sala 1980’yî de ciwanên Kurd li zîndana Amedê li dijî zilmê serî rakirine. Ciwanên Kurd ên canê xwe di ber azadiya gelê xwe de dane, nîşaneya azadiyê ne.“

Turk da xuyakirin, ku ew bi dewletê re bazariyê nakin, lê mafên xwe yên xwezayî dixwazin.

Dûre Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got, “Di vê pêvajoya aştiyê de, ez gelekî kêfxweşim ku li ser navê mirovê mezin ê aştiyê, evîndarê aştiyê, kekê me yê mezin, şehîdê demokrasiyê Orhan Dogan parkek bi vî rengî tê vekirin.“

Li dû axaftinan, Şîblî Işık ê 10 salan serokatiya navçeyê û rêveberiya AKP’ê kiribû, beşdarî refên BDP’ê bû.