Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger ji rêveberiya Îmraliyê bersiveke erênî ji serlêdanê bê dayîn, tê payîn parêzer sibê biçin gel Ocalan. Serlêdana roja Sêşemê bi hinceta “keştî xerabe ye“ hatibû rekirin.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzer her tim bi hincetên "Kêştî xerabeye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin