Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêza Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger bersiveke erênî ji serlêdanê re were dayîn, tê payîn parêzer sibê Ocalan bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.