Parêzer û mamosta Mesûd ji aliyê rejima Îranê ve hate girtin

Parêzer û mamosta Mesûd ji aliyê rejima Îranê ve hate girtin

Hate ragihandin ku, mamostayê zanîngehê û parêzer Mesûd Şemîs Nijad ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate binçavkirin. Hate ragihandin ku, Mesûd parêzerê girtiyê siyasî Hebîbulah Gulperîpûr bûye.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Parêzvanên Mafê Mirovan ya li Îranê (HRA), parêzer û mamostayê Zanîngeha Peyama Nûr ya li bajarê Urmiyeyê û eslê xwe Kurd Mesûd Şemis Nijad roja Pêncşemê 09’ê Gulanê ji aliyê hêzên rejima Îslamî ya Îranê ve li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye binaçvkirin. Herwiha hate diyarkirin ku, piştî lêpirsînê mamosta Mesûd veguhestina girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê.

Parêzer û mamosta Şemis Nijad piranî parêzertiya girtiyên siyasî yên Kurd dike û herî dawî jî parêzerê girtiyê siyasiyê Kurd Hebîbullah Gulperîpûr bûye.