Parêzaran îtîrazî girtina Kobaniyên birîndar kirin

Parêzaran îtîrazî girtina Kobaniyên birîndar kirin

Parêzeran li ser girtina 4 Kobaniyên birîndar ku rewşa du ji wan giran e û xwediyê mala birîndar têde dihatin dermankirin îtîraz kirin.

6 Kobaniyên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibûn, 3 refakatvan û xwediyê mala birîndar têde dihatin dermankirin, di operasyoneke 2’yê Kanûnê de hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 2 jê ku rewşa wan a tenduristiyê giran e  4 birîndar û xwediyê mala têde dihatin dermankirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Parêzerên girtiyan Bekîr Benek, Sedat Gozkiran, Murat Toprak, Sevda Ozbîngol û Halîl Oncel daxwaznameya îtîrazê ya der barê girtinê de pêşkeşî Dadgeriya Dadgeha 2. a Sulh Ceza kirin.

Parêzer Bekîr Benek piştî daxwaznameya îtîrazê pêşkeş kirin ku axivî diyar kir, bi awayekî mîna salên 90'î girtina kesên birîndar ên bi derfetên xwe tên dermankirin û ewraqên wan ên fermî hene ku bi kesên wan derman dikin re hatine girtin, "operasyoneke siyasî" ye. Benek got ku sedema girtina xwediyê mala birîndar têde tên dermankirin û birîndaran, guhertina rojeva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar li hemberî Kobanê ye.

 Benek wiha dewam kir, "Her çiqasî bi sedema 'endamtiya rêxistinê' hatibin girtin jî di dosyayê de rêxistin nîne. Eger rêxistinek hebe ew jî rêxistineke însanî ye.”

Benek got, “Bila xwişk û birayên me yên Kobanê û kesên alîkariyê didin wan wek sûcdar nîşanî raya giştî neyên kirin.”