Panzerê li sînor pêl ciwanekî ji Kobanê kir!

Panzerê li sînor pêl ciwanekî ji Kobanê kir!

Panzêra leşkerî li herêma navber a sînorê Kobanê û Pirsûsê pêl ciwanê ji Kobanê yê li cem wesayîta xwe disekînî kir.

Ciwanê ji gundê Kofî yê li herêma navberê ya sînor a li hemberî herêma Tilşeîr a Kobanê li cem wesayîta xwe bû û dema dixwest sînorê Tirkiyeyê derbas bike ewil ji aliyê panzeran leşkeran ve hate qewirandin û piştre jî panzêrê pêlê kiriyê.

Piştî welatiyên gund agahî dan ambulans hate cihê bûyerê û hate dîtin ku leşker bi ser serê ciwanê xwînê winda dike disekinin. Ciwanê rewşa wî giran e rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.