Panzer destpêkê li motosîklet qelibî paşê pêl ciwanê ku li erdê ket kir
Panzer destpêkê li motosîklet qelibî paşê pêl ciwanê ku li erdê ket kir
Panzer destpêkê li motosîklet qelibî paşê pêl ciwanê ku li erdê ket kir
Hat ragihandin ku navê ciwanê wesayîta leşkerên Tirk pêlê kiriyê Eso Salih Xillo ye. Hat diyarkirin ku rewşa Xillo yê bêyî li ambulansê siwar bikin, piştî bûyerê bi 2 saetan bi wesayîta leşkerî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê giran e. Şahidan diyar kirin ku Xillo yê li herêma navber dimîne dema xwestiye bi motorsîkletê xwe ji bo xwarinê derbasî aliyê din ê sînor bibe, wesayîta leşkerî destpêkê li motorsîkletê wî qelibiye û paşê bi zanebûn pêlê kir.
Ciwanê bi navê Eso Salih Xillo yê ji roja êrîşên çeteyên DAIŞ destpê kirine, li herêma navber a li beramberî herêma Til Şeîr li ber wesayîta xwe disekine, dema xwest bi motorsîkletê xwe sînor derbas bike, panzereke leşkerî da pey. Panzera leşkerî ku li mororsîkletê Xillo qelibî, Xillo li erdê ket. Leşker panzer ajot zer Xello û ew pelçiqand. Xillo piştî 2 saetan ne bi ambulansê bi wesayîta leşkerî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hat ragihandin ku rewşa Xillo giran e.
Celal Bozan ê ji Kobanê ku şahidê bûyerê ye got ku leşkeran bi zanebûn pêl Xillo kirine û got, “Gelek mirov li herêma navber ji bo çete nedizin li ber wesayîtên xwe disekinin. Leşker xwarin û vexwarinê nadin wan. Em bi rêya telefonê bi Xillo re axivîn. Ji bo xwarinê di sînor re derbas dibe. Me bi çavên xwe dît. Destpêkê li motorsîlet qelibî, paşê jî bi zanebûn pêlê kir.”
Welatiyê bi navê Xamo jî yê bi rêya telefonê me pêwendî pêre çêkir, gotinên Bozan piştrast kir û got ku wesayîta leşkerî dikarîbû Xillo bigire, lê bi zanebûn pêlê kir.