PAJK: Hakî Karer kesayeta ku herî baş me temsîl dike ye

PAJK: Hakî Karer kesayeta ku herî baş me temsîl dike ye

Koordînasyona PAJK’ê der barê salvegera qetilkirina ji kadroyê pêşeng yên PKK’ê Hakî Karer de daxuynaiyek da û got: “Hevalê Hakî Karer, girêdayê kevneşopiya şoreşa ciwanên Behrareş, baweriya wî ev bû ku şoreşa Tirkiyeyê di şoregaş Kurdistanê de derbas dibe. Bi vê baweriyê bêyî ku bikeve gumanan li Kurdistanê ji bo biratiya gelan, hevalekî eneternasyonalîst yên ku têkoşîn meşandiye.”

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hemû gel, jin, komên baweriyan, xizan û bindest niha di bihareke nû de.  Em xweşikahiyê, jiyanek nû û azadiyê di vê biharê de dijîn.  Ev bihara nû Manîfestoya Newrozê ya Abdullah Ocalane. Ev manîfestoya ku Mezopotamya û Anatolya aniye cem ehv hîmê zîhniyeta jiyana azad ava dike. Ev manîfesto, ruhê agirê azadiyê yê li Kurdistanê pê ketiye bi mîlyonan re aniye cem hev û nemîrbûn careke din ispat kiriye.  Diyalketîka Hakî Karer-PKK’ê îro jî dê diyalektîva yekitiya azad ava bike.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Heval Hakî Karer ji Behrareşe.  Girêdayê kevneşopiya şorega ciwanên Behrareş e. Baweriya wî ev bû ku şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurditanê de derbas dibe.  Bi vê baweriyê bêyî ku bikeve gumanan ji bo biratiya gelan têkoşîn meşandiye.  Taybetiya herîm ezin ya heval hakî ev ku nirxên mirovahiyê heta dawî biparêze. Bi vê biryar û serkeftinê têkoşîna xwe meşand. Hevkar û hêzên sîxur dît ku dê li hemberî vê hêzê têk biçin di 18’ê Gulana 1977’an de hevala Hakî qetilkirin. Yên ku ehval Hakî Karer qetilkirin îro di sergoyê dîrokê de ne. Navê wan tune bûne. Lê hevalê Hakî wek pêşengê Gelê Kurd û Rojhilata Navîn di dîrokê de cihê xwe girtiye. Li piştî wî bi hezaran Hakî Karer vejiyan.  Îro peyama Rêber Apo bi hezaran kes bi çepikan erê dike.  Ev jî tespîta nemiriya hevalê Hakî Karer e.

Bi vê wesîleyê em di 36’emîn salvegera şehadeta Hevalê Hakî Karer de careke din wî bir êz bibîrtînin û soza xwe ya xwedî li têkoşîna wî derketinê dubare dikin. Em di şexê heval Hakî Karer de hemû şehîdên di Zindanê de şehîd ketine, hemû şehîdên netewa demokratîk bir êz bibîrtînin”