Otopsiya cenazeyê Çavmak hate kirin

Otopsiya cenazeyê Çavmak hate kirin

Otopsiya cenazeyê Mugdat Çavmak ê 14 salî yê li herêma Doskî ya Geverê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da hat kirin. Dermankirina Îbrahîm Kartal ê 17 salî yê li gundê Şitazin ê Geverê di teqînekê de birîndar bûyî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê berdewam dike.

Otopsiya cenazeyê Mugdat Çavmak ê ku di li herêma Doskî ya Geverê di teqîna li herêma qereqola seyar pêk hate de jiyana xwe ji dest da li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hate kirin.

QEREQOLÊN SEYAR LÊ HEBÛN

Apê Mugdat Çavmak Necîp Çavmak diyar kir ku, teqîn gelek nêzî gund pêk hat û berê li wir yekîneya seyar a leşkerî hebû û wiha got: "Bûyer gelek nêzî gund pêk hat. Salên borî her tim qereqolên seyar dihatin wir. Par payîzê jî hatin wir û mayînên çandin teqandin. Tê fêmkirin ku mayînên danîn hemû nehatin paqijkirin. Em dixwazin mayîn bên paqijkirin û tu kesên din jiyana xwe ji dest nedin."

‘EV BÛYER ZIRAR DIDIN AŞTIYÊ’

Li nexweşxaneyê Endamê Meclîsa BDP'ê M. Siddik Akiş, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, rêveberên BDP'ê malbata Çavmak ziyaret kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt diyar kir ku, di nava hefteyekê de ji ber teqînan kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû û wiha got: "Heke di vê pêvajoyê de paqijiya rê bê kirin divê di serî de mayînên hatin dayîn bên paqij kirin. Di nava 5 rojan de 2 zarok bûn qurbanê mayînan. Yekî jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû. Bûyerên wisa zirarê dide aştiyê."

‘LI VIR NIYETA NEBAŞ HEYE’

Şaredarê Colemêrgê Fadil Berdîhanoglu jî sersaxî li malbatê da û wiha got: "Ev bûyer nîşaneya rûyê şerê qirêj in. Ev yek tenê di dema şer de na piştî şer jî rewş berdewam dike. Li vir niyeta nebaş heye. Divê mayînên hatin çandin bên paqijkirin. Divê dewlet bi baldar li ser vê yekê rawestê. Em vê yek şermezar dikin."

Hate zanîn ku, dermankirina Îbrahîm Kartal ê ku di 21'ê gulanê de di teqîna li gundê Şitazin ê Geverê de birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê berdewam dike û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Hate ragihandin ku, Kartal dê duşemê ji nexweşxaneyê derkeve.