Otobusek hate bombebaran kirin: 2 keç mirin û 3 jî birîndar bûn
Otobusek hate bombebaran kirin: 2 keç mirin û 3 jî birîndar bûn
Otobusek hate bombebaran kirin: 2 keç mirin û 3 jî birîndar bûn
Li ser rêya Heleb û Efrînê, nêzî herêma Keferhemra li rex Kastêlo bakûrê Seken Elşebabî, otobuseke rêwiyan rastî bombebaranê hat, 2 keçên ciwan mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ku ji Helebê diçû Efrînê li herêma Keferhemra, nêzî Kastîlo bakûrê Seken Elşebabî, rastî bombebaranê hat, 2 keçên ciwan jiyana xwe ji dest da, 3 kesên din birîndar bûn birîna yekî ji wan girane.
Keçên ciwan yên jiyana xwe ji dest dan, Sozan Wehîd (13) û Nesrîn Ibrahîm (19). Ji birîdaran jî Heysem Isamil (26) ji gundê Hibo ye ji çavê xwe yê çepê ve birîndar e û Mihemed Sebrî yê (60) ji gundê Şeytana ye û birîna wî girane. Navê birîndarê din jî nehate zanîn.
Cenazeyê herdû keçên ciwa û du birîndar jî rakirin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê, birîndarek jî ji hêla endamên Artêşa Azad ve rakirin nexweşxaneyeke gerok.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku, dema ew ji Helebê diçûn Efrînê nêzî Kastîlo, sê bombe li otobusa wan ketine, 2 keçên ciwan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Nehate zanîn ku bombebaran ji aliyê kê ve hatiye kirin.