Oremar tê topbaran kirin

Oremar tê topbaran kirin

HPG-NÇR ragihand ku, devera Oremar ya ser bi Geverê ve ji aliyê artêşa Tirk ve tê topbaran kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyek nivîskî agahî dan û ragihand ku, artêşa Tirk devera Oremar ya ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê daye ber topan.

HPG-NÇR’ê da diyarkirin ku, “20’ê Gulanê di navbera demjimêrên 03:00 û 04:00’an de artêşa Tirk ya dagirker herêmên Şehîd Rehîme dane ber obîs û hawana.”