Operatorê li şewata lûleya petrolê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Operatorê li şewata lûleya petrolê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Operatorê li şewata lûleya petrolê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Operatorê maşîna kar Şefîk Elgoren (47) ê di şewata li lûleya petrolê ya li Amedê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Amed Baglarê, roja 8'ê Gulanê di dema kolandina qenala avê ya Karên Avdanê ya Dewletê (DSÎ) de, gava maşîna kar erd dikola, lûleya petrolê ya Êlih-Yûmûtalik qul kir û di encamê de şewat derket. Ji ber şewatê operatorê maşînê Şewîk Elgoren birîndar bû û li Beşa Şewatê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê de jiyana xwe ji dest da.
Elgoren ê zewicî bavê 5 zarokan bû û cenazeyê wî li goristana Yenîkoy a Amedê hat veşartin.