Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin
Li Qereyazî bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê serdegirtina malan a ji aliyê polîsan ve ku vê sibehê li navçeyê rû dan û 9 kes hatin binçavkirin, bi meşeke di pêşengiya DBP, HDP û KCD’ê de hate şermezarkirin. Li navçeyê ku esnafan dikanên xwe venekirin, bi sedan kesên ku di nav wan de endam û rêveberên DBP, HDP’ê jî hebûn li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn. Girse bi dirûşman heta ber avahiya edliyeyê meşiya. Li vir Serokê Rêxistina DBP’ê yaNavçeyê Salih Altayli diyar kir ku vê sibehê tîmên taybet girtin ser zêdetirî 30 malan û herî kêm 9 welatî hatin binçavkirin.
Altayli xwest dawî li girtinan bê û kesên hatine binçavkirin bêne berdan. Altayli axaftina xwe wiha domand, "Hêza polîsan a dewletê, li şûna berê xwe bide kesên xebatên siyasî dikin divê berê xwe bidin kesên civakê bi jehr dikin. Divê hikûmeta AKP’ê dest ji astengiyên li hember muxalefeta civakî, û kesên ji bo mafên demokratîk û jiyaneke hê xweştir têdikoşin berde."
Girse hê jî li ber Midûriyeta Polîsan a Navçeyê ku îfadeya kesên binçavkirî tê girtin rawestiyaye.