Operasyonên bertîlê yên li Brezîlyayê Wezareta Maliyeyê jî dan ber xwe

Li Brezîlyayê, piştî kargeha petrolê ya cemaweriyê Petrobras, niha jî di bin sîwana Wezareta Maliyeyê de skanadleke bertîlê derket holê.

Li Brezîlyayê, piştî kargeha petrolê ya cemaweriyê Petrobras, niha jî di bin sîwana Wezareta Maliyeyê de skandaleke bertîlê derket holê.

Li gorî daxuyaniya polîsê Brezîlyayê, di bin sîwana Wezareta Maliyeyê de karê ne li rê yê ji deh mîlyaran real, hatiye kirin. Li gorî îdîayan, bi rêya bertîlê ji saziya dijderketinên li ser bacê lê dihat nirxandin, biryar dihat derxistin.

Mufetîşê polîsê feeral Marlon Cajado da xuyakirin, ku veşartina bacê û tora bertîlê ya li wezaretê bi giştî 19 mîlyar real (5,5 mîlyar Euro) ye. Tê îdîakirin ku ji bo di lihevnekirinên bacê yên li Konseya Îdarî ya Dozên Bacê (CARF) a Wezareta Maliyeyê de, ji bo encameke erênî were derxistin, bertîl hatiye dayîn.

Li gorî vê yekê, ji burokratên endamên CARF'ê re bertîl dihat dayîn ku rêjeya baca bê dayîn daxînin. Ji ber bertîla di dosyayên ji nû ve hatin nirxandin de, herî kêm 5 mîlyar real di bacê de winda ye.

Skandala bertîlê ya di bin sîwana Wezareta Maliyeyê de, piştî derketina bertîla li kargeha petrolê Petrobras, derket holê. Vê rewşê serokdewlet Dîlma Roûsseff jî tengav kiriye. Serokdewleta endama Partiya Karker Dîlma Roûsseff, ji ber skandalê baweriya bi xwe winda dike.