Operasyona Idlibê berbiçav dibe
Rejîma Beşar Esad piştî şerê heft salan niha kontrola Idlibê dixwaze. Washîngton, Parîs û London li ser mijara kimyewî dengê xwe li rejîmê kirin. London ji Idlibê vekişiya.
Rejîma Beşar Esad piştî şerê heft salan niha kontrola Idlibê dixwaze. Washîngton, Parîs û London li ser mijara kimyewî dengê xwe li rejîmê kirin. London ji Idlibê vekişiya.
Bi desteka Rûsya û Îranê rejîma Şamê xwe hazir dike ku operasyonê bibe ser Idlibê. Welatê Rojavayî dengê xwe li rejîmê kirin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rojeva 'rewşa însanî' ya Sûriyeyê wê hefteya were rûne.
DYA, FRANSA Û ÎNGILÎSTANÊ DAXUYANIYA HEVPAR DAN
DYA, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar gotin ew ji operasyoneke leşkerî ya bi ser Idlibê de bi 'fikarên kûr' in.
Endamên domdar ê Konseya Ewlehiyê ya NY'yê bal kişandin ser encamên însanî yên operasyoneke wiha û gotin, "Em dixwazin binê wê xêz bikin, li ser dibêtiya ku dîsa çekên kîmyewî werin bikaranîn em pir bifikar in." Her sê welatan gotin, "Heke rejîma Esad çekên kîmyewî bi kar bîne em ê biryardariya xwe ya li ser tevgerbûnê bidomînin." Her sê welatan her wiha gotin, weke ku berê nîşan dabûn, "Li dijî hemû bikaranîna çekên kîmyewî bi rengekî guncan wê bersivê bidin."
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê DYA'yê Donald Trûmp John Bolton got, heke rejîma Sûriyê li Idlibê çeka kîmyewî bi kar bîne ew ê 'bersiveke tund' bidinê. John Bolton ê li Qudsê axivî got, ew hêvî dikin êrîşên DYA'yê yên beriya niha yên li ser Sûriyê bi wê bandorê bin ku rejîma Sûriyê careke dî wiha neke. Bolton bi rengekî vekirî li ser mijara çekên kîmyewî dengê xwe li rejîma Şamê kir û got, "Heke rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne em ê bersiveke tund bidinê." Bolton lê zêde kir, "Beriya ku biryarek were standin gavekê divê baş lê bifikirin."
ÊRÎŞÊN BI SER REJÎMÊ DE
DYA, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî 14'ê Nîsana 2018'an bi koordîne êrîşek bi ser rejîma Sûriyeyê de biribûn. Îdîaya bikaranîna çeka kîmyewî ya li nêzî Şamê Dumayê bûbû hinceta vê êrîşê. Sûriyeyê ragihandibû ku sê deverên bi ser bernameya çekdarbûna kîmyewî hatine bombekirin.
LONDON HÊDÎ HÊDÎ JI IDLIBÊ VEDIKIŞE
Li gorî nûçeya rojnameya Ingilîz The Tîmes a bi dîroka 21'yê Tebaxê hikûmeta Ingilîz wê bernameya destekdayinê ya li herêmên Sûriyeyê ku bi rengê 'serhildêr' tê binavkirin, kêm bike. Qraliyeta Yekbûyî xebatên xwecih ên li herêma Idlibê finanse dike. Rayedarên DYA'yê jî Gulanê ragihandibûn ku ew ê nema alîkariya mirovî bidin herêma Idlibê.
Ev herêmên ku bi rengê 'serhildêr' têne binavkirin di kontrola El Nûsra û hevkarên wê de ne. Ev komên çete jî rasterast ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin.
HERÎ PIR WÊ BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE
Ji operasyoneke pêkan a li ser Idlibê bi wateya rastî herî pir Tirkiye fikaran dike. Tirkiye ji bo ku pêşî li operasyonê bigire bi taybetî di ser Rûsyayê re kêferatan dike. Hedefa li Idlibê ew çete ne ku rasterast ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin. Tirkiye ji gelek hêlan ve wê ji operasyonê bi bandor bibe. Li hêlekê desteka wê ya li çeteyan wê bibe hedefa operasyonê li hêla din jî dibe ku bi sed hezaran kes koçî Tirkiyeyê bikin.