NY mudaxaleya leşkerî ya ji bo Lîbyayê pêşniyar nake
Di pêşnûmebiryara ku Welatên Ereb pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî kiriye, derket holê ku daxwaza mudaxaleya leşkerên biyanî ya ji bo Lîbyayê cih negirtiye.
Di pêşnûmebiryara ku Welatên Ereb pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî kiriye, derket holê ku daxwaza mudaxaleya leşkerên biyanî ya ji bo Lîbyayê cih negirtiye.
Di pêşnûmebiryara ku Welatên Ereb pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî kiriye, derket holê ku daxwaza mudaxaleya leşkerên biyanî ya ji bo Lîbyayê cih negirtiye.
Ev daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Misirê ve hat. Piştî ku 21 Kiptî yên Xiristiyan yên Misirî ji aliyê DAIŞ’ê ve li Lîbyayê hatin qetilkirin, Misirê daxwaza mudaxaleya leşkerî kiribû. Lê Misir niha ligel welatên Ewropayê ku dibêjin çareseriya herî baş siyasî ye, cih digire.
Di 17’ê Sibatê de DYA, Fransa, Elmanya, Îngîlîstan, Îtalya û Spanyayê deklerasyonek hevpar weşandin û diyar kirin ku ew ji bo pevçûna li Lîbyayê ligel çareseriya siyasî ne.
Pêşnûmebiryara ku welatên Ereb amade kiribûn jî wê şeva Pêncşemê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bê kirin.
MISIR Û LÎBYAYÊ XWEST AMBARGOYA ÇEKAN RABE
Tê payîn ku pêşnûme roja Înê bê nîqaşkirin û Misir û Lîbyayê jî xwest ambargoya çekan bê rakirin.
Misirê roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê ji NY’ê bixwazin ku ambargoya çekan a li ser hikûmeta Lîbyayê bê rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Lîbyayê Muhammed Daîrî got: “Ji bo Lîbya artêşa xwe ava bike hewcedarî bi tedbîrên bi biryar yên civaka navneteweyî heye. Ji bo artêş muhîmata leşkerî bidest bixe û li dijî terorîzmê têbikoşe divê ambargo rabe.”
Wezîrê Karên Derve yê Lîbyayê Daîrî ku li ber endamên Konseya Ewlehiyê axivî, tabloyek reş danî holê û got ku Lîbya di nava kaosê de ye û bertek nîşanî mijara, Lîbya ji eleqeya Rojava derketiye da.
LÎBYA TERKÎ KAOSÊ KIR
Lîbya di 2011’an de piştî ku Muammer Kaddafî ji aliyê hêzên NATO’yê ve hat xistin şûnde ji aliyê welatên Rojava ve terkî qedera wan hatibû kirin.
Di çar salên buhrî de kaosa li welat kûrtir bû. Îro li welat du hikûmet hene. Rêxistina DAIŞ’ê jî li herêmê bicih bû. Rêxistina dijminê mirovahiyê kontrola bajarên Sîrte û Derna girtin dest.
Di hefteya dawî de gelek welatî daxwaz kir ku ji nû ve mudaxaleyî Lîbyayê bê kirin.
Îtalyayê gotibû ku wê 5 hezar leşker ji bo pêşengiya mudaxaleyê bişîne. Lê ji şeva Çarşemê welatên Rojava ev tercîh avêtin aliyekî.