Nûçegihana DÎHA serbest hat berdan
Nûçegihana DÎHA serbest hat berdan
Nûçegihana DÎHA serbest hat berdan
Nûçegihana Dîha Berîtan Yildiztan a danê sibehê li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.
Têkildarî ciwanê bi navê Rojhat Ozdel ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, piştî daxuyaniya Rêxistina DBP’ê ya Colemergê li bajêr ku bûyer derketin, nûçegihana stajyer a DÎHA Berîtan Yildiztan a bûyer dişopandin ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Yildiztan piştî karûbarên li Midûriyeta polîsan a Bajêr ve serbest hat berdan.
Li gel vê Şefê Buroya Colemergê yê Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) Behçet Dalmaz dema Yildiztan dihat binçavkirin xwest polîsan asteng bike ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat û ji ber cismê li serê wî ket birîndar bû, piştî tomografiya wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê hat kişandin rakirin servîsê. Hat ragihandin ku serê Dalmaz bi çend cihan şkestiye, lê rewşa wî baş e.