NPG’ê nasnameya 13 gerîlayan aşkera kir
NPG’ê nasnameya 13 gerîlayan aşkera kir
NPG’ê nasnameya 13 gerîlayan aşkera kir
Fermandariya Biryargeha Parastina Gel, 13 gerîlayên di meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek nivîskî da û 13 gerîlayên di meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 36’emîn salvegera damezrandina partiya xwe PKK’ê pîroz dikin, bi hezaran şehîdên xwe yên ji Hakî, Mahsûm, Kemal, Hayrî bigire heta Egîd, Zîlan, Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nûda, Rûstem, Xebat, Mehmet, Rojîn, Huseyîn, Kerîm, Reşîd, Sara, Arîn, Gelhat, Dilgêşan hemû şehîdan bibîr tînin. Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin, "Şehîdên me ku afirînerên vê dîrokê ne bi berxwedana PKK’ê ronakibiriya zîhniyeta mezin li Kurdistanê derxistiye holê û rastiya gelekî bi biryar û îdîa ku ber bi azadiyê ve diçe derxistiya dika dîrokê. Em van berxwedêrên bi heybet û qehremaniyên destanî bi hezaran şehîdên xwe yên ku ji bo armanca fedayî kirine dibînin. Ji ber vê yekê dîroka PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo bûye parêzvanên nenêkçûyî yê nirxê mirovahiyê.
Ji HRK’ê heta ARGK, ji ARGK’ê heta HPG’ê îro li Kurdistanê hêzeke fedayî ya ewlehî û hêza parastinê hemû Kurdistanê afridandiye. Vî ruhê fedayî bi tiştên ku fêrî me kiriye, nirxên şehîdên me temsîl dike. Ji bo van nirxan fedakirina xwe biryar û xeta fedayî ya ruh û hişmendiya Rêber Apo ye. Bi vê birayarbûnê 13 hevalên me gihiştine karwanê şehîdan. Cesûr Korkmaz (Musa Dellayimilan), Delîla Dîlan (Dîlber Kayhan), Dîcle Dilşad (Nezîfe Kaval), Ferhat Hakkarî (Tahir Çelîk), Haşim Pasur (Abbas Fîdan), Helgurt Qendîl (Amanc Rauf), Mazlum Reşîd (Muhammed Reşîd), Pîran Koçer (Abdulmuttalîp Damar), Rojbîn Amed (Elîf Ak), Sarya Amara ( Yagmur Tekdal), Siwar Zerdeşt (Ercan Kaplan), Siwar Meşkan (Ridvan Tekîn) û Welat (Ayhan Bîçer) di dema ku peywirên xwê yên dîrokî dianîn cih gihiştine şehadetê.
Em ji bo ku têkoşîna xwe ya azadiyê û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bigihinîn serkeftinê wek terza têkoşîna me ya bi biryar wê serkeftina me teqez bike.
NPG’ê nasnameya gerîlayên jiyana xwe dest dane aşkera kir:
Cesur Korkmaz bi navê kod Musa Dellayimîlan li Makû hatiye dinê, di 21’ê Mijdara 2008’an de li Agiriyê jiyana xwe ji dest daye.
Dîlber Kayhan bi navê kod Delîla Dîlan li Wanê hatiye dinê, di 28’ê Mijdara 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Nezîfe Kaval bi navê kod Dîcle Dilşad ji Colemêrgê ye, di 28’ê Mijdara 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Tahîr Çelîk bi navê kod Ferhat Hakkarî ji Colemêrgê ye û di 28’ê Mijdara 2012’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.
Abbas Fîdan bi navê kod Haşîm Pasur ji Amedê ye û di 30’ê Mijdara 2009’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Amanc Rauf bi navê kod Helgurt Kandîl ji Pencwînê ye û di 28’ê Mijdara 2012’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest da.
Mazlum Reşîd bi navê kod Muhammed Reşîd ji Afrînê ye di 22’ê Mijdara 2010’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Abdulmultalîp Damar bi navê kod Pîran Koçar ji Wanê ye, di 28’ê Mijdara 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Elîf Ak a bi navê kod Rojbîn Amed ji Amedê ye û di 10’ê Mijdara 2008’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Yagmur Tekdal bi navê kod Sarya Amara ji Amedê ye di 22’ê Mijdara 2011’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Ercan Kaplan bi navê kod Siwar Zerdeşt ji Colemêrgê ye û di Mijdara 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Ridvan Tekîn bi navê kod Siwar Sozdar Meşkan ji Colemêrgê ye di 28’ê Mijdara 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.
Ayhan Bîçer bi navê kod Welat Kurdistan ji colemêrgê ye û di 15’ê Îlona 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.