Nobeta dayikên aştiyê dewam dike
Nobeta dayikên aştiyê dewam dike
Nobeta dayikên aştiyê dewam dike
Nobeda dayikên aştiyê ya konê li Colemêrgê, doh bi şev ji aliyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wan-Geverê ve hat girtin.
Nobeda li konê taxa Sumbulê ji aliyê Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk ve hat destpêkirin, doh ji aliyê aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wan û Geverê ve hat girtin. Li konê nobedê pankartên bi nivîsa "Di pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk de konê nobeda jinan", "Ji hevalên meşa azadiyê dan destpêkirin re silav", "Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyan e" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz û alên PKK'ê hatin daliqandin. Li gel baranê jî, dayikên aştiyê li dora agirê li ber kon hat dadan li hev kom bûn û li ber stranan govend gerandin. Li binê kon der heqê pêvajoyê de nîqaş û gotûbêj hatin kirin û dayikan heta ber destê sibê nobed girtin.