Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" di hefteya 48. de ye
Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" di hefteya 48. de ye
Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" di hefteya 48. de ye
Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobedê ya bêdem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, roja 330. li dû xwe hişt. Nobed, ji aliyê koma ji Belçîkayê ve dewr hat girtin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber Konseya Ewrûpa ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir. dewam dike. Nobed hefteya derbasbûyî ji aliyê malbata Ûçar a li Strasbourgê dijî ve hat girtin û vê heftê jî ji aliyê komeke 3 jê jin 5 kesên ji Belçîkayê ve tê girtin.
Çalakgera bi navê Sûltan da xuyakirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî vê çalakiyê pêk tînin û diyar kir, ku nobeda koma wan wê hefteyekê dewam bike. Çalakger anî ziman ku ewê di nava hefteyê de broşurên li ser jiyana Ocalan belav bikin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navnetewî de îmzeyan ji bo azadiya Ocalan kom bikin. Çalakger Sûltan bang li malbatên Kurd jî kir û got, "Bila her malbatek rojê nîv saetê ji bo Serokê me îmzeyan kom bike."
Çalakgerekî din Toprak Sêrt jî got, "Li navenda Ewrûpayê, ji bo em biryardariya xwe ya aştiyê nîşan bidin, li vê derê ne. Ji bo azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî."
Çalakgerê ciwan Roj Ciwan jî da xuyakirin ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan dewam bike û banga hestiyariyê ji bo girtiyên nexweş ên girtîgehan kir. Ciwan, di pêvajoya vekişîna gerîla de bal kişand ser çêkirina qereqolên nû û destnîşan kir, ku ev qereqol bi kêrî tiştekî erênî yanê, lewma divê çêkirina wan bê rawestandin.
Çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewrûpayê, her hefteyê ji aliyê komekê ve heft rojên hefteyê bênavber dewam dike. Çalakgerên nobedê her roj saet di 7'an heta 17'an çalakiya xwe dimeşînin. Heta niha komên ji 4 heta 7 kesan, çalakî meşandin û hunermendên Kurd, rojnamevan û komên baweriyên cûda yên li Ewrûpayê piştgiriyê didin çalakiyê.
Bi armanca piştgirîdayînê jî, Kurdistaniyên li Strasbourg û derdora wê jî, diçin serdana çalakiyê.