Nivîskarên Kurd serdana Rêveberiya Xweser kirin

Nivîskarên Kurd serdana Rêveberiya Xweser kirin

Yekîtiya Nivîskarên Kurd serdana Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê kir û bi Serokatiya Meclîsê re hevdîtin kir.

Heyetek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê ku ji Luqman Yûsif, Mihemed Ebdî, Nayîf Cibêr, Wezna Hamid û Heybet Mio pêk dihat îro di saetên piştî nîvro de serdana Navenda Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê kir. Heyet ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve hat pêşwazîkirin.

Piştre di navbera heyetê û Serokatiya Meclîsê de hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de bi giştî rewşa nivîskarên Kurd hat nirxandin, her wiha pêwîstiya ku nivîskar bibin çavên civakê û hemû rastiyan bi pênûsên xwe derxin holê hat vegotin.