Nîqaşa li Lîbyayê mudaxaleya leşkerî: Gelo dem teng dibe?

Li Libyayê piştî mudaxaleya NATO’yê ya 2011’an şûnde kaos her çû kur bû û ji nû ve ji bo mudaxaleyê bang zêde bûn. Lê di vê mijarê de konsensusek navneteweyî hê ava nebûye.

Li Libyayê piştî mudaxaleya NATO’yê ya 2011’an kaos her çû kur bû û ji nû ve ji bo mudaxaleyê bang zêde bûn. Lê di vê mijarê de konsensusek navneteweyî hê ava nebûye

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paola Gentîlonî diyar kir ku wê  li Lîbyayê rêxistina DAIŞ û hêzên mîlîs ên herêmî bibin yek û dem teng dike.

Gentîlonî got ku hê dereng nebûye, divê civakên navneteweyî bi lez tevbigerin û dikare pêvajoya çareseriya siyasî hebe. Gentîlonî got: “Yekane çareseriya ji bo krîza Lîbyayê siyasî ye. Em ne macera û ne jî seferên xaçiyan dixwazin.”

MALTA: DIVÊ DEMILDEST BÊ MUDAXALEKIRIN

Serokwezîrê Maltayê Josept Muscat jî got ku ji bo çareserî pêk bê divê demildest mudaxaleyî Lîbyayê bê kirin. Muscat  diyar kir yekane rêya ku pêşî li îflasa Lîbyayê bigire mudaxaleyeke bi piştgiriya NY’yê ye û got,  "Em wisa destê me girtî nekarin bisekinin. Welatê me bi tehdîda  Lîbyayê re rû bi rû ye.” Muscat bal kişand ser zêdebûna penaberan û got ku tehdîda mezin li ser hemû herêma Derya Spî ye.”

KÎ LI GEL MUDAXALEYÊ KÎ NÎNE?

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Roberta Pînottî daxuyaniyek da û got ku eger mudaxale li hember Lîbyayê bê wê kirin bi hezaran leşkeran bişînin wir û ji wir re pêşengiyê bikin.

Serokkomarê Misirê Abdul Fattah El Sîsî jî di 17’ê Sibatê de daxuyaniyek da û ji bo mudaxeleya Lîbyayê xwest Konseya Ewlehiya NY’ê biryarê derxe.  Sîsî gotku  ev rewşa Lîbyayê tenê Misirê nake bin tehdîdê.

Heta niha Fransa, Emîrtiyên Erebeyên Yekbûyî, Îtalya, Malta û Perav G5 ligel pêkanîna mudaxaleyê ne.  Perav G5 ji welatên Morîtanya, Malî, Burkîna Faso, Nijer û Çad pêk tê.

Tirkiye û Qatara ku piştgiriyê komên olî yê radîkal di vê mijarê de xwe dûr digirin.

Tê payîn ku Konseya Ewlehiya NY’ê  ji bo krîza Lîbyayê wê îro bicivin.