Nîjerya û Kamerûn li dijî Boko Haram operasyonê lidar dixin. Lîderên welatên Afrîkayê jî, ji bo li ser detayên yekîtiya pir neteweyan a li hemberî Boko Haram were avakirin biaxivin, li paytexta Kamerûn Yaoûnde hatin cem hev.
Artêşa Kamerûnê ragihand ku herî kêm 86 endamên Boko Haram hatine kuştin.
Di daxuyaniya duh a artêşê de hat gotin, ku li herêma Waza ya Kamerûnê ya li ser sînorê Nîjeryayê ye, di navbera yekîneyên artêşê û hêzên Boko Haram de pevçûn derketiye, di vî şerî de 86 endamên Boko Haram hatine kuştin, 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyeke din a ji aliyê artêşa Kamerûnê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li bajarê Maroûa, bi gumanbariya endamê Boko Haram in 1000 kes hatine binçavkirin.
Di heman demê de ji Nîjeryayê jî hat ragihandin ku 160 kes bi gumana endamê Boko Haram in hatine girtin.
Rayedarên polîsê Nîjeryayê gotin, "Roja Duşemê li herêma Dîffa ya sînorê Nîjerê, 160 kes bi gumana endamê Boko Haram in, hatine girtin." Di daxuyaniya rayedarê polîsê neteweyî de, spasiyên xwe pêşkêşî gelê li herêma Dîffa kir, ji ber bi wan re bû alîkar.
Rayedarên Nîjeryayî dan xuyakirin ku 10 hezar kesên ji herêma Dîffayê reviyan, ji Herêma Zînder a Nîjerê daxwaza penaberiyê kirine.
JI BO TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ BOKO HARAM PÊWÎSTÎ BI 86 MÎLYON DOLARÎ HEYE
Li aliyê din, lîderên welatên Afrîkayê, li paytxta Kamerûn Yaoûndeyê, ji bo li ser detayên dawî yên yekîtiya pir neteweyan a li dijî Boko Haram bê avakirin biaxivin, hatin cem hev.
Lîderên roja Duşemê hatin cem hev diyar kirin, ku ji bo yekîtiya li dijî Boko Haram were avakirin pêwîstî bi 86 mîlyon dolarî heye û bang li civaka navneteweyî kirin, ku hîn bêhtir alîkariyê bidin wan.
Roja Duşemê di dema pêkhatina civînê de rêxistina Boko Haram bi daxuyaniyeke nivîkî Kamerûn û Çad hişyar kir, ku alîkariyê nedin Nîjeryayê. Boko Haram bi pêkanîna êrîşên bombeyî, gef li Nîjerya û Çadê xwar.
Yekîtiya ji pir neteweyan a ji leşkerên Nîjerya, Çad, Kamerûn, Nîjer, Benîn, Bûrûndî û Komara Afrîkaya Navîn, wê di hefteyên pêş de bi awayekî fermî bikeve xizmetê.
Boko Haram a navenda xwe li Nîjeryayê ye, ku di mehên dawî de bi êrîşên li derveyî sînor re li Çad û Kamerûnê bi bandor e, ji sala 2009'an û vir ve rê li ber mirina 13 hezar kesî vekir.
Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, 650 hezar kes, ji ber şîdeta Rêxistina Boko Haram neçar man cih û warên xwe biterikînin.