Neviyê Ehmed Turk ê 6 salî jiyana xwe ji dest da

Neviyê Ehmed Turk ê 6 salî jiyana xwe ji dest da

Neviyê Ehmed Turk ê 6 salî Berhem Turk di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş biboneya neviyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk ê 6 salî Berhem Turk di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest da peyamekî sersaxiyê weşand. Demîrtaş diyarkir ku, ew û endamên partiyê dê sibe di demjimêr 09:00’an de li ber avahiya BDP’a Amedê kom bibin û dê serdana konê taziyê ya li Qesra Qenco hatî danîn bikin.