Neviya Apê Mûsa Asîwa, 3 sal 4 meh in bê nasname ye

Neviya Apê Mûsa Asîwa, 3 sal 4 meh in bê nasname ye

Ev 3 sal 4 mehe neviya zanyar û nivîskarê kurd Musa Anter (Apê Musa) yê ku hate qetilkirin ji ber ku navê wê Asîwa ye û tîpa W yê di navê wê de heye nasname ji aliyê midûriyeta nûfûsê ve nadinê. Kurê Apê Musa û bavê Asîwa Dîcle Anter, diyar kir ku 15 Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku wer rojeke taybet tê zanîn li her deverê tê pîrozkirin û anî ziman ku encax di rojek wisa pîroz û taybet de ji ber ku navê kurdî nadin keça wî bi xemgîniya vê yekê dijî.

Di vê qonaxa ku pirsgirêka kurd û têkoşîna kurd gihîştiye asteke jorîn hêj navên kurdî û tîpên kurdî ji aliyên miduriyetên nûfûsan ve nayên qebulkirin. Kurê zanyar û nivîskar Musa Anter ê ku di 20 Îlona sala 1992’an de li semta Seyrantepe ya Amedê ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin, Dîcle Anter li Êlihê dijî navê Asîwa li keça xwe kir. Keça Anter 3 sal û 4 mehe hatiye dinê. Ji ber ku Dicle Anter navê kurdî Asîwa daye keça xwe, 3 sal û 4 mehe ji ber ku di nava navê Asîwa da tîpa "W" heye û di alfabeya tirkî de tîpa "w" tune ye nasnamê nadin keça Anter. Li ser vê yekê Anter naxwaze navekî din li keça xwe bike û ev hewqas deme kaça wî bê nasname ye. Anter, bi salan li Swêde ma û piştî bi salan hate Êlihê û mafê duyemîn bi dest xist. Anter, diyar kir ku Swêd navê Asîwa qebul û erê dike li ser vê yekê ji bo welatiya Tirkiyê ji bo keça xwe bistîne serlêdan pêk aniye. Anter, anî ziman ku ji bo keça wî dewlata Swêd navê keça wî qebul dike lê encax dewleta Tirkiyê ji ber tîpa w yê qebul nake. Anter, destnîşan kir ku di rojek wisa taybet wek 15 Gulanê roja zimanê kurdî de ji ber ku navê keça wî nadine di aliyekî de xemgîne û ji aliyekî ve keyfxweş e.

Anter, da zanîn ku di şexsê keça wî de li hemû zarokên kurdan neheqî tê kirin û ji ber vê zerar dibînin û wiha got: “Bila hemû navên kurdî yên zarokên kurdan û hemû navên gundên Kurdîstanê bidin. Em ve bi awayekî lez daxwaz dikin. Ji niha pê ve her çiqas jî asteng derbixin pêşberî zimanê me, lê emê dîsa bi zimanê xwe bi axivin û mafê zimanê xwe bixwazin. Demek beriya demekê em ji bo zimanê kurdî çareseriyek azad û demokratîk dixwazin. Ji bo ku zarokên me bê navên kurdî nemînin em gavên erênî û pratîk dixwazin.” Anter, destnîşan kir ku di navên kurdî ji ber ku tîpên wek Q, X û W hene nayên qebulkirin û diyar kir ku li gel vekirina TRT 6 û zanîngeha Artukluyê hêj hebûn û rûmeta zimanê kurdî nayê qebulkirin. Anter bal kişand ser hebûna zimanê gelekî ku tune be tê wateya ku ew gel jî tuneye û wiha got: “Dema hebûna zimanê me neyê qebulkirin û tê wateya ku em jî tune ne. Niha jî vî zimanî bi vekirina TV’yan û zanîngehan qebul dikin. Ev rewş nayê nayê qebulkirin. Ji ber vê yekê bi salane ji bo vî zimanê xizmet û têkoşîn hat kirin. Ji bo rizgariya zimanê kurdî bedelên mezin hatin dayîn. Wek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje demek beriya demekê bila ev pirsgirêk bi riyên çareserî û demokratîk bên çareserkirin û pêwîste ev çareserî pêk were.”