Netanyahû bangek nû li Yahûdiyên li Ewropayê kir: Vegerin Îsraîlê

Hikûmeta Îsraîlê, li dijî antî-semîtîzmê ku bi êrîşa dawî ya li Danîmarkayê re careke din ket rojevê, banga 'vegera welêt' li Yahûdiyên li Ewropayê kir.

Hikûmeta Îsraîlê, li dijî antî-semîtîzmê ku bi êrîşa dawî ya li Danîmarkayê re careke din ket rojevê, banga 'vegera welêt' li Yahûdiyên li Ewropayê kir. Tê texmînkirin ku koça ber bi Îsraîlê wê bibe yek ji tezên herî girîng ê propagandaya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû beriya hilbijartinên 17'ê Adarê.

Di êrîşa roja Şemiyê ya li konferanseke li Kopenhagenê de çêkerekî Danîmarkî yê 55 salî jiyana xwe ji dest dabû. Piştre di êrîşa li hemberî Sînagogekê de jî ciwanekî wezîfedarê parastinê yê Yahûdî jiyana xwe ji dest dabû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî banga xwe ya piştî êrîşeke li hemberî dikaneke Yahûdî ya li Parîsê, dubare kir. Netanyahû, di serî de Yahûdiyên li Ewropayê bang li tevahiya Yahûdiyên li cîhanê kir û got, "Îsraîlê hembêza xwe vekiriye û li benda we ye."

Netanyahû diyar kir ku êrîşên mehên dawî yên li welatên Ewropayê çalakiyên 'terora Îslamî' ne û çav li rê ye ku vê banga xwe beriya hilbijartinên 17'ê Adarê dubare bike.

Nûnerên Civata Yahûdî ya li welatên Ewropayê, nerazîbûnên cuda nîşanî vê banga Netanyahû dan. Ji hahamên Yahûdî yên li Danîmarkayê Jaîr Melchîor bersiv da Netanyahû û got, "Terorîzm, ji bo çûyîna Îsraîlê sedemek nîne." Civata Yahûdî ya li Danîmarkayê ku xwedî 7 hezar endaman e, li gorî welatên din ên Ewropayê hîn kêmtir ketiye bin bandora antî-semîtîzmê.

Ajansa Yahûdî ya koça ber bi Îsraîlê ve organîze dike îdîa kir ku yahûdiyên li welatên Skandînavyayê dijîn, li gorî yên din 'xwe bêhtir di xeteriyê de dibînin'. Ji rêveberên ajansê Yîgal Palmor îdîa kir ku Swêd a ku salane bi tenê 50 Yahûdî jê koçî Îsraîlê dikin, ji bo Yahûdiyan xetere ye.

Li welatên Ewropayê 1,2 mîlyon Yahûdî dijîn. Bi 500 hezarî jî dîasporaya Yahûdî ya li Fransayê di rêza yekemîn de cih digire. Di sala 2014'an de yekemcar ji Fransayê bi qasî 7 hezar Yahûdiyan koçî Îsraîlê kiribûn û piştî bi salan cara yekemîn DYA di vî warî de li pişt xwe hiştibû.