Nêçîrvan Barzanî ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Nêçîrvan Barzanî ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya kampanya îmzyan ya ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin, îmze avêt.

Kampanya îmzeyan ya li Iraq û başûrê Kurdistanê bi şîara komkirina ‘milyonek îmze’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkirin, îro Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurddistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Encûmena Wezîran jî tevlî bû û îmze ji bo azadiya Ocalan avêt.

Endamê komîteya kampanyayê Elî Mehmûd ji rûdawê re axivî û diyarkir ku, wan ji bo piştgirîdayîna kampanya îmzeyan serî li serokatiya encûmana wezîran daye û ji aliyê Serokê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê ve hatine pêşwazî kirin.

Mehmûd anî ziman ku, piştî pêşwazîkirinê Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî da kampanyayê û ji bo azadiya Ocalan îmze avêt.